Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hakîm Acar – Şoreş Mardîn

 

HAKÎM ACAR – ŞOREŞ MARDÎN
SALÊN TIJE TÊKOŞÎN Û BERXWEDAN

Hakîm Acar ango Şoreş Mardîn..

Di sala 1980’yî de li gundê Bahwarê yê navçeya Mêrdînê Midyadê ji dayik bû.

Di zarokatiya xwe de, ji ber zext û zilma dewleta Tirk neçar dimînine gundê xwe biterîkîne.

Şoreş tevî malbata xwe koçî Edenê dike..

Li Edenê di nava xebatên ciwanan de bi awayekî aktîf cihê xwe digre..

Paşê diçe Stenbolê û xebatên rêxistinbûyînê li wir dimeşîne…

Di sala 1997’an de biryar dide beşdarî nava refên gerîla bibe.

Ji bo vê xewn û xeyala xwe ya zarokatiyê pêk bîne berê xwe dide Dersimê.

Li çiyayên Kurdistanê ji aliyê heval û hogirên xwe ve gelek tê hezkirin..

Di nava pratîka şer de dibe xwedî tecrûbe..

Fermandar Şoreş jiyana gerîla wek azadiyê pênase dike.

Û li ser vê bingehê hewl dide bibe hêviya gelê xwe.

Piştî salên dirêj ên şer, sala 2002’yan derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe.

Di navbera salên 2006-2008’an de li Zagrosan xebatên xwe dimeşîne.

Lehengê Kurdistanê, piştî çend salan careke din bi eşq û evîneke mezin berê xwe dide Dersimê.

Ji Dersimê jî diçe Derya Reş û demekê li wir gerîlatiyê dike.

Dema çeteyên DAIŞ’ê êrişî Rojavayê Kurdistanê dikin, fermandar şoreş derbasî vê qadê jî dibe.

Li dijî DAIŞ’ê dikeve û bi sekna xwe ya wêrek derbên giran li wan dide.

Di şer de ji çavê xwe birîndar dibe û çavekî xwe kor dibe.

Dîsa jî ev yek li pêşiya xebat û têkoşîna wî ya azadiyê nabe asteng.

Piştî tedawiya xwe çareke din berê xwe dide Çiyayên azad.

Şeva 28’ê Tebaxê fermandar Şoreş Mardîn tevî komek hevalên xwe ya ku ji 7 kesan pêk tê, dibe hedefa kemîna PDK’ê û êrişa wê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv