HAKÎ KARERÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
4’Ê COTMEHA 1996’AN PDK’Ê DR. SÎRWAN Û HEVALÊN WÎ QETIL KIRIN
1964’an li gundê Çemîle yê navçeya Silêmanî Şajbajêr ji dayîk bû.
Dibistanên seretayî, navîn û amadeyî li Silêmanî xwendin.
1982’yan çû koleja zanistî ya Zanîngeha Bexdayê.
1981’ê têkilî bi Komeleya Rêncbiran re danî û bû endamekî çalak ê vê rêxistinê.
1984’an ji ber çalakiyên siyasî dest ji xwendinê berda.
Wê salê derbasî Îranê bû û heta dawiya sala 1985’an li wir ma.
Ji wir jî derbasî Ewrûpayê, welatê Danîmarkayê bû.
Li Ewrûpayê Eniya Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê-ERNK nas kir.
1990’î bû endamê ERNK, derbasî Sûrî bû û çû cem Rêber Apo.
Piştî perwerdeya ji Rêber Apo girtî, biryara vegera welat da.
1991’ê Partiya Azadiya Kurdistanê-PAK ava kir û bû yek ji pêşengên raperîna li dijî rêjîma Baasî.
Li Germiyanê di şerekî de bi giranî birîndar bû.
1995’an bi hevalên xwe re Yekîtiya Niştimanî ya Demokrat a Kurdistanê-YNDK ava kir.
YNDK bû hêzeke sêyemîn li Başûrê Kurdistanê û ew jî sekreterê wê bû.
Ji ber ku Silêmanî di destê PDK’ê de bû, ew û çend hevalên xwe li çemê Rêzan bi cih bûn.
Hêzên PDK’ê li vê derê dor li wan girtin.
Dr. Sîrwan û hevalên xwe berê xwe nedan şerekî û xwestin bi danûstandinê pirsgirêkê çareser bikin.
4’ê Cotmeha 1996’an PDK’ê êrişî Dr. Sîrwan û hevalên wî kir.
Di êrişa PDK’ê de Dr. Sîrwan, Hecî Qamişloyî, Baban, Diyar Mêrdînê û Egîd Germiyanî şehîd bûn.