Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hakî Armanc: ‘Di her gavê de wê têk biçin!’

 

Yek ji fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Hakî Armanc rewşa dawîn a êrîşên dagirker ên ku dewleta Tirk a dagirker li ser Zap, Metîna û Avaşînê dabû destpêkirin, ji ANF’ê re nirxand.

Fermandarê HPG’ê qala berxwedana gerîlayan a li gundê Fileha û Girê Hekariyê yên li ser xeta Zap û Metînayê kir û di axaftina xwe de bal kişand ser van tiştan:

ŞERÊ LI UKRAYNAYÊ WEKÎ FIRSEND BI KAR ANÎN

Operasyona dagirker a dewleta Tirk di 14’ê Nîsanê de bi êrîşa hewayî dest pê kir. Di 17’ê Nîsanê de jî ji bejahiyê hatin ser Zapê. Piştre jî di 25’ê Gulanê de li gundê Hekarî û Xeta Fileha dest pê kir.

Êrîşa dagirker a ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê da destpêkirin di çarçoveya plana Mîsak-i Mîllî dest pê kir. Dema wê girîng e. Dema ku di navbera Rûsya, Ukrayna û NATO’yê şerek hebû, ev êrîş dest pê kir. Çavê dinyayê li ser wir e. Ev tişt jî ji xwe re wekî firsendê dîtin. Dewleta Tirk çima dilezîne? Ji ber ku hilbijartin nêzik dibe. Serweriya dewleta Tirk roj bi roj bandora xwe kêm dike, ber bi têkçûnê ve diçin. Bi nêzbûna hilbijartinan re, desthilatdariya AKP û MHP’ê dixwaze hinek encaman bi dest bixe û van tiştan ji bo xwe bi kar bîne. Di vê çarçoveyê de operasyon dan lezandin. Heke encamekê bi dest bixînin, wê bibêjin va ye ez bi ser ketim, têkeve hilbijartinê û wê bixwaze desthilatdariya xwe bidomîne. Ji ber vê Erdogan ji bo ku desthilatdarî û dîktatoriya xwe bidomîne, hemû derfetên karên derve û yên hundir ên dewleta Tirk ji bo xwe bi kar bîne. Artêşa Tirk jî li gorî vî tiştî xwe amade kir û wisa dest bi pratîkê kirin.

Hûn bala xwe bidinê, artêşa Tirk ji zû ve ye êdî ji artêşbûna Tirkiyeyê derketiye û bûye artêşa Erdogan. Li ku derê berjewendiya wan hene, ji bo desthilatdarî û kariyera xwe ku derê guncav bibîne, diçe wê derê. Ji bo ku karibe desthilatdariya xwe bidomîne. Hemû operasyonên li Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê û Rojava di vê çarçoveyê de tên kirin. Erdogan ji bo ku karibe desthilatdariya xwe bidomîne, hemû derfetên gelê Tirk û dewletê bi kar tîne.

Biryargeha Navendî ya HPG’ê her roj bîlançoya şer pêşkêşî raya giştî dike, rojane rewşê radigihîne. Rêveberiya tevgera me û gelek hevalên Fermandariya Biryargeha Navendî jî geşedanên di şer de dinirxînin.

ARTÊŞA TIRK LI KUROJAHRO ASÊ MAYE

Derbarê operasyona li Zapê heke mirov çend tiştan bibêje, jixwe di 17’ê Nîsanê de dest pê kir, piştî bomberdûmanekek dirêj leşker anîn qadê û heta niha domiya. Li hemberî van êrîşan berxwedaneke mezin heye. Li cihê ku leşker danîne, nikare bi pêş ve biçin. Rast e, ketine hinek tunelên hevalan, hê jî şer heye lê qada Zapê bi giştî di bin kontrola hevalan de ye. Di vî warî de dewleta Tirk tu encam bi dest nexistiye. Hevalan bi gelek çalakiyên serkeftî bûn mertal û pêşiya operasyonê girtin.Dewleta Tirk a niha asê maye. Bi taybetî jî li Kurojahro. Hevalan di 24’ê Gulanê de li hemberî dijmin êrîşeke mezin dan destpêkirin. Çend çalakiyên hemwext hatin lidarxistin. Ji bo bîranîna heval Şehîd Mizgîn Rojhilat û hevalên bi wê re li wir şehîd bûbûn, gelek çalakiyên serkeftî hatin lidarxistin. Encamên xurt hatin stendin. Gelek leşkerên Tirk hatin kuştin û gelek alavên leşkerî hatin desteserkirin. Di heman rojê de li Girê Cehennemê hevalan êrîşî dijmin kirin û dijmin li wir jî derbeke giran xwar. Bi pêşengiya heval Mahîr Riha hemû dijminên li gir hatin kuştin. Hevalan li wir gelek çek û alavên leşkerî desteser kirin. Çalakiyên wisa hatin kirin ku artêş û dewleta Tirk hejandin. Di nav wan de şikandinek çêkir. Gelekî kêm di medyayê de cih girt, ligel ku wan derbên giran xwarin jî hindik nîşan dan. Psîkolojiya ku li artêş û civaka xwe çêkirin, di serî de ji wan re giran hat.

LI METÎNAYÊ KETIN FEQÊ

Di 25’ê Gulanê de li gundê Fileha û Girê Hekarî ya li rojavayê Zapê operasyon dan destpêkirin. A rast dewleta Tirk ji vê operasyonê re ne amade bû. Lê dema ku li Zapê derbên giran xwarin û ji bo ku bandora van derbên giran bişkînin, ji bo ku rojevê biguherînin, xwestin vê peyamê bidin û bibêjin windayên me ne zê de ne, em operasyona xwe qonax bi qonax dirêj dikin. Ew operasyon jî wisa dest pê kir. Îxtîmal e ku wisa nebûya. Jixwe dihat texmînkirin. Ji ber vê operasyona li Zap, gundê Fileha û Girê Hekariyê ne tiştekî surprîz bû. Piştî ku li Zapê, li Girê Cehennemê û Kurojahro derbên giran xwarin, çûna wan a rojavayê Zapê ji bo vê armancê bû. Ji bo belavkirina vê psîkolojiya di nav leşker û civakê de ava bûye, êrîşî wir kirin.

Li rojavayê Zapê, heta niha hevalên me bersivên hewce dan operasyona li gundê Fileha û Girê Hekariyê ya li xeta Metînayê. Hevalên li eniya pêş şer dikin, her roj tekmîlê didin. Her dem çalak in, bi hevalan re diaxivin.

Heyecana bi hevalan re mirov gelekî bextewar dike. Ji ber ku hevalên li gundê Fileha, Girê Hekariyê û Zapê di nav bendewariyeke wisa de bûn. Bi sedan fedaîyên li van herêman ji bo ku biçin eniyên pêş û êrişî dijmin bikin, xwe pêşniyaz dikirin. Li van herêman hevalan amadekariyên xwe kiribûn. Mirov dikare bibêje ku ji bo dijmin feqek bû. Geşedanên heta niha nîşan dide ku, piştî dijmin ketiye vê feqê gelek pirsgirêkan dijî. Rast e, li hinek deran leşker danîne qadê. Dixwazin qada operasyonê berfirehtir bikin. Hatiye li cihên pêşîn bi cih bûne, lê li van deran ne mumkun e. Ji ber ku her roj heval êrîşî wan dike. Bi vedizî li wan dixin, bi çekên sûîkastê, sabotajê, bi taktîkên cihê. Dijmin êrîşî tunelan dike – jixwe beriya ku dijmin bigihêje tunelan, berxwedaneke mezin pêk hat- gelek êrîşên dijmin hate şikandin û tîmên gerok her dem çalak in. Dijmin ji ber vî tiştî dîn dibe. Rewş a niha wisa ye.

ÇALAKIYA LI GIRÊ HEKARIYÊ

Ez dixwazim balê bikişînim ser çalakiyeke ku hevalan li Girê Hekarî kirine. 29’ê Gulanê bû. Dijmin xwest nêzî Girê Şehîd Akîf bibe. Heval ji dûr ve li wan temaşe dikin. Li gorî tekmîlên hevalan û bi qasî ku me şopandiye, hevalan ji dûr ve li wan nedane, gotine ‘Ka bila werin’. Tên nêzikî hevalan jî. Heval bi bombeyan êrîşî dikin. Li vir bi dehan dagirker mirin. Hevalan hejmarek dan lê piştre jî li rewşê dinihêrin. Dijmin gelek cenazeyên xwe dibe. Heval li wir diçin ser cenazeyan. Siyabend Kobanê hevalekî fedakar bû, bi pêşengiya wî heval çûn ser dijmin û çek rakirin. Wisa şehîd ket. Bi vî awayî derbeke giran li dijmin hate xistin. Dijmin hat xwest li Girê Hekarî bi cih bibe lê derb xwar û reviya. Di van çalakiyan de gelek dîmen jî hatin qeydkirin.Li gundê Fileha û li Girê Hekarî hevalan di çalakiyan de gelek dîmen qeyd kirine. Hê li ajansan nehatiye weşandin. Em bawer in wê parçe bi parçe were weşandin. Reva dijmin, psîkolojiya ku dijmin tê de ye. Piştî vê êrîşê dijmin reviya. 3,4 rojan dûr ma û nikaribû serê xwe jî rake. Piştî 3,4 rojan dîsa xwestin werin lê hevalan careke din li wan dan.

BÛ 12 ROJ TÊN Û DIREVIN

Bû nêzî 12 roj, dijmin hê nû tê pêşiya tunelan, bomberdûmanê dike lê bê encam e. A niha dixwazin bi çekên kîmyewî encamekê bistînin. Heke gihiştibin derekê ev tişt wisa pêk hatiye. Li Girê Şehîd Zemanî jî heman tişt pêk hat. Dema ku hatin heval bi bombeyan ketin nav wan û li wan dan. Ji wir jî reviyan û li pişt xwe veşartin.

A niha rewşa wan çi ye? Ne li ber tunelên hevalan in. Xwe li quncikan veşartine ji bo ku heval wan nebînin. Tên ber hinek tunelan bomberdûmanê dikin û dixwazin derbê li hevalan bixin. Hevalan ji bo vî tiştî jixwe tevdîrên xwe stendibûn. Jixwe ji ku derê tên bila werin, heval 24 saetan amade ne. Coş û moralê hevalan li cih e.

Şer tiştekî wisa ye. Cihê ku dijmin lê ye, dûrî tunelan e, li cihên ku heval şer dikin, dijmin dixwaze bi bomberdûmanê encamekê bistîne. Lê her cara ku tên heval an feqekê diteqînin yan jî bombeyan diavêjin navbera wan. Dijmin direve, yek du roj şûnde dîsa tê.

Li Girê Hekarî inisîyatîf di destê hevalan de ye. Tîmên gerok çalakiyan dikin. Hevalan çend caran li hemberî wan çalakî kirin û li wan dan. Tê zanîn hevalan li wir helîkoptereke ‘Atak Kobra’ xistine. Îro bi qasî tekmîla ku me şopandiye, hevalan Skorskyek jî xistine. Yên ketine belkî bi dehan derb xwarine.

DIVÊ GELÊ ME BIZANE, DIJMIN WÊ LI WIR TÊK BIÇE!

Divê gelê me vê bizane, dijmin wê li wir têk biçe! Nîşaneyên wê jî hene. Dijmin bi tirs û fikaran dixwaze operasyona xwe dirêj bike. Jixwe gelek çalakî hatine kirin. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Mereş de, li vê herêmê pêngavek hate destpêkirin. Jixwe Heval Savaş tê zanîn, di dîroka me ya têkoşînê de di avakirina hêzên fedayî û cihgirtina çalak de keda hevalê me Şehîd Savaş heye. Ew gelek xebitî. Ew di nav me de wek derwêş dihat naskirin. Li ku dihat xwestin, kîjan fedekarî dihat xwestin, heval Savaş pêk dianî. Kesekî wisa bû ku di cîhê herî dijwar de karê herî giran digirt ser milên xwe û bi coş û kelecan dikir. Li ser navê wî pêşxistina tevgerek, pêşketineke şoreşgerî pir watedar e. Hevalên herêma Fileha jî bi vî ruhî tevlî dibin. Jixwe di dema operasyona Zapê de hevalên min bi awayekî pir aktîf tevlî şer bûn. Gelek caran li Kobra û Skorskyên dijmin xistin; nehiştin derbasî Girê Rûbar û Kurojahro bibe. Her tim di nava şer de bûn.

Jixwe di operasyona piştî 25’ê Gulanê de heval bi awayekî aktîf tevlî şer dibin. Dîmenên vê derê hîn bi tevahî nehatine parvekirin. Hevalan jî çalakiyên pir serkeftî li dar xistin û çalakiya li Girê Şehîd Mazlûm çalakiya herî serkeftî ya vê serdemê bû. Dijmin hat, mêze kir, bêdengiyek heye, dema ketin pozîsyonek ku tiştek tune, heval ji nişka ve wek birûskê ketin nav wan û dijmin îmha kirin. Gelek çek, malzemeyên şer rakirin. Dijmin li wir şikestinek mezin jiya. Çend roj in dijmin li wir nekariye bi ser xwe ve were. Piştî çend rojan, dijmin dîsa xwest bikeve tevgerê. Her ku diketin tevgerê hevalan gule li wan dibarandin. Li vir li gorî tekmîla îro dijmin careke din dixwaze xwe nêzî tunelan bike û şer bike; heval li wan direşînin. Li gorî agahiyên ku ketine destê me 5 dagirker dîsa hatine cezakirin. Hevalan agahiyek wiha parvekirin. Cîhaz her tim vekiriye, heval diaxivin, em rewşê dişopînin. Heval bi coşeke mezin di tunelên şer de ne. Dijmin dixwaze ji qûntara girê ku di destê wî de ye nêzî tunelan bibe, ji tirsan dilerize. Dema ku guleyek tê avêtin, her yek ber bi aliyekî ve direvin. Yanî artêşa ku li Zapê wêran bûye wê çawa ji wir derkeve? Bi rastî jî mirov meraq dikin.

DIJMIN GIRANÎ DAYE TEKNÎKÊ

Dijmin bi piranî çawa dike? Destpêkê dixwaze cihê hevalan tespît bike, bi balafirên şer û bomberdûmanên mezin pêk tîne û bi vê yeke dixwaze hevalan bêbandor bike. Stratejiya xwe li ser vê ava kir. Yanî dixwaze were cihekê bigire, cihê hevalan bibîne û bi teknîkê encam bigire. Hevalên me yên ku bi vê rêbazê şehîd bûne jî çalak bûn. Mînak li Girê Şehîd Mazlûm şehîdên me tineye. Siyabend piştî li ser xeta Şehîd Mazlûm û Girê Cûdî çalakiyeke lehengî pêk anî, li Nalîn a Girê Hekariyê şehîd bû. Ji bilî wê ti şehîdên me di şer de nîn in. Ji ber vê yekê heval sebir dikin; Ew li bendê ne, ew temaşe dikin. Dixwazin dijmin zêdetir bi pêş ve werin, ji bo ku karibin çalakiyên xurtir bikin. Hevalên me xwînsar nêz dibin.

Rewşa gundê Fileha û Girê Hekkarî ya Zapê di bin kontrola hevalan de ye. Dijmin ji ku hatiye rawestiyaye. Heval dişopînin, dema tevgereke herî biçûk jî hebe derbeyê lê dixin. Gelek miriyên hene. Bi piranî helîkopterên skorsky, kobra bi roj nikarin rabin. Bi şev, wan dikişînin cihekî veşartî û diçin.

RENG Û ERDNÎGARIYA HIN GIRAN GUHERÎ

Helbet dijmin hemû derfetên xwe bi kar tîne. Bi rastî jî şerê li Zapê, li Girê Hekkarî û xeta Gundê Fileha; Di navbera du dewletan de jî be, nikarîbûn ewqas şer bikirana. Ev ne di rojeva raya giştî de ye. Pir balkêş e; Dewleta Tirk piştgiriya ku ji qada navneteweyî distîne, desteka ku ji xayinên herêmê digre û hemû derfetên xwe li dijî şervanên Kurd di pratîkê de dike. Dijmin ji bo têkeve tunelê ya li girekî biçûk bi sedan caran bombebarankir. Hin gir reng û erdnîgariya wan hatiye guherandin. Bi ewqas teqemenî ye, ewqas balafirên şer, bi hezaran obus û kobrayan li her derê dixe. Ji ber vê yekê di vê qada operasyonê de hemû teknîkê bi kar tîne. Ji gava ku leşkerê xwe datîne wê derê, gava ku dest bi meşê dike, tê gulebarankirin. Ji ber vê yekê şer çawa diçe. Divê gelê me van rastiyan baş bizane. Gelê me yê Bakur, Başûr jixwe dizane; her roj balafir li ser wan difirin. Bi çavên xwe dibînin. Xem neke; Şervanên azadiya Kurdistanê, şervanên Apoyî li eniyên pêş in, tevî ku teknîka herî pêşketî li dijî wan tê bikaranîn, di nava berxwedaneke xurt de ne û rola xwe dilîzin. Ew bi coş û heyecan in.

EM BI ÊRÎŞEKE BÊEXLAQÎ, BÊ PRENSÎB RE RÛ BI RÛ NE

Bê guman, her yek ji me erkek wî/wê ya cuda heye. Gerîla li çiya erka xwe dike, di wê çarçoveyê de bi berpirsyarî nêzîk dibe. Divê gelê me jî erka xwe pêk bîne. Em bi êrîşeke bêexlaqî, bê prensîb re rû bi rû ne. Şervanên azadiyê gelê me, destkeftiyên gelê me diparêzin. Ji bo wê xwe feda dikin. Li ser vî esasî çi tê xwestin, bê dudilî diçin û dikin. Di vî warî de divê gelê me xwedî helwest be. Carinan em şehîd dibin. Ev şehîd ji bo vê têkoşînê ne! Li ser rêya şeref û namûsê ye. Lewma divê gelê me vê bizanibe. Bê guman dema ewqas bomberdûman û êrîş çêbibin, carna şehîdên me jî çêdibin. Lê belê divê li daxuyaniyên dijmin nenêrin. Ji ber ku dijmin her tim bi rêbaza şerê taybet û şerê psîkolojîk dixwaze rastiyan berovajî bike. Li ser vê bingehê dixwaze windahiyên me zêde nîşan bide, windahiyên xwe kêm bide. Ev rastiya dewleta Tirk e. Jixwe di dîroka xwe de heye, lê di van salên dawî de bi taybetî li ser vê rêbazê disekine.

ÇEND HELÎKOPTERÊN HATINE XISTIN, ÇEND LEŞKER HATINE KUŞTIN EV HEMÛ BI BELGE NE

Ez mînakek bidim; heval çûn ser cenazeyên bi dehan leşkeran, nasnameyên wan girtin, her tişt diyar e; dijmin behsa wan jî nake. Lê mixabin li Tirkiyê rojnamevan û rewşenbîrek ku bipirse ev çi ye? Ev leşker li ku ye, kes pirs nake. Dewleta Tirk a faşîst û qirker civaka Tirk bi her awayî kerr kiriye. Kes napirse, ev çi şer e, çi diqewime. Yanî ev çekên me hene, çekên kê ne? Hemû çekên bi xwîn in, ji dijmin hatine bidestxistin. Ew yek jî windahiyê xwe nade. Baş e, nedin. Rastiyek wiha jî heye, şerê psîkolojîk ku van rastiyan berovajî dike pêş dixe. Divê gelê me hay ji vê yekê hebe. Yanî eger mirov dewleta Tirk baş nas neke, wê bibêje gelo rast e. Ewqas leşker anîne herêmê, operasyon heye; cihê qedîm ê gerîla ku bi dehan salan lê bi cih bûye, amadekariyên xwe kiriye; Ma ewqas hêsan e ku van leşkeran li vir bi cih bike? Çend Skorsky, helîkopterên êrîşê hatin derbkirin, xistin; çend leşker hatine kuştin, ev hemû bi belge ne li ba me. Ev hene, lê kes behsa vê rojevê nake. Yanî bi rastî ne di rojnameyekê de hatiye nivîsandin, ne di televîzyonan de behsa wê tê kirin. Bi vî awayî şer berdewam dike. Heta ji destê wî tê êrîşê dirêj dike û dibêje, ez bi ser ketim, ezê Zapê bigirim û bêjim ez bi ser ketim.

DÊ SURPRÎZÊN ME YÊN MEZINTIR ÇÊBIN

Baş bizanibin ku hûn ê Zapê negirin! Şervanên azadiyê rê nadin we! Bi vî ruhî di çeperan de ne. Her gava ku hûn gav bavêjin, hûn ê bikevin çalê û winda bikin! Hûn ê ne tenê winda bikin, hûn ê bi xwe re artêşa Tirk jî winda bikin.

Yanî dewleta Tirk di desthilatdariyê de bi têkçûnê re rû bi rû ye. Divê gelê me vê bizanibe. Ji xeynî vê, tiştek ku meriv xemgîn bike tune. Hemû rastiyên vî şerî rojane tên parvekirin. Jixwe Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê şehadeta hevalên me radigihîne. Di vê çarçoveyê de em di nava amadekariyeke bihêztir de ne. Dê surprîzên me yên mezintir jî bikevin pratîkê. Her wiha heval bi coş û heyecan li benda rojeke wiha ne. Ew roj hat. Di vê çarçoveyê de em dikarin bêjin berxwedana li gundê Fileha û Metîna ya Zapê berdewam dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv