Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulistan Çiya Îke: ‘Kurd di demeke dîrokî de ne’

 

HELWESTA RAYA GIŞTÎ GIRÎNG E
GULISTAN ÇIYA ÎKE: KURD DI DEMEKE DÎROKÎ DE NE

Di şîroveya heftiyê de Gulistan Çiya Îke li ser terzê siyaseta PDK’ê nirxandin kirin.

Gulistan Çiya Îke dibêje ev terz û hevkariya bi dewleta Tirk re zirarê dide hemû kurdan.

Nirxandin wiha didome:

Kurd di demeke dîrokî de ne. Îhtîmala derfetên serkeftina mezin û windakirina mezin di zikhev de ne.

Ger xetayên mezin bên kirin, Kurd dê winda bikin.

Xetaya mezin jî ew e, rêxistin û hêzên Kurd yên siyasî bikevin nava şerek navxweyî.

Ji vî alî de polîtîka û helwêstên PDK’ê rîska xetayeke wisa mezin, heta sûcekî dîrokî derxistiye holê.

Ji bo PDK dest ji vê helwêstê berde raya giştî ya Kurd çêbûye û ketiye tevgerê.

Komeke mezin ya welatparêzên Kurd û dostên Kurd bi armanca li dijî dagirkirina Başûr ya dewleta Tirk rawestin, pêşî li şerê di navbera hêzên çekdar yên PDK û gerîlayan de bigirin çûn Hewlêrê.

Her çiqas Almanyayê çûn asteng jî kir, PDK’ê nexwest bikevin Hewlêrê jî, vê hewldana aştiyê roleke giring lîstiye.

Bi çûna înîsiyatîfa parastina Kurdistanê ya Hewlêrê re ev astengî û benda PDK’ê kêm be jî qels bû.

Êdî yek ji rojevên sereke yên Başûrê Kurdistanê jî dagirkerî ye.

Di nava rewşa dagirkeriyê de jî dorpêça PDK’yê ya herêmên gerîla ye.

Banga fermandarê NPG’ê Murat Karayilan ya li partî û gelê Başûr hatiye pêşwazîkirin.

Hunermendên Kurd jixwe ji destpêkê ve li dijî dagirkeriyê û polîtîkayên PDK’ê rabûn.

Bandorbûna PDK’ê ya ji raya giştî pêşketineke giring e. Jixwe ji raya giştî ya Kurd bandor nebe, nikare bibe partiyek siyasî ya Kurd.

Heke PDK dê bibe partiyekî siyasî ya Kurd, divê bala xwe bide raya giştî ya Kurd.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv