Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulistan Çiya Îke: ‘Di êrişan de PDK hevkariya dewleta Tirk dike’

 

“KURD DIVÊ ÊDÎ PDK’Ê RAWESTÎNIN”
GULISTAN ÇIYA ÎKE: DI ÊRIŞAN DE PDK HEVKARIYA DEWLETA TIRK DIKE

Di şîroveya heftiyê ya televîzyona me Stêrk Tv de mijara vê heftiyê êrişên dawîn ên dagirkeriya tirk bû.

Gulistan Çiya Îke destnîşan dike ku di êrişan de para herî mezin a PDK’ê ye û lazim e gelê kurd li dijî PDK’ê rabe û wê rawestîne.

Xalên di şîroveyê de derketin pêş bi vî awayî bûn:

Beriya demekê dewleta Tirk êrişî Şingalê kir û komkujî pêk anî.

Piştî demeke kurt bi balafiran êrişî herêmên di bin desthilata YNK’ê yên li ser ‘sînorê’ Îranê kir.

Bi xêra tevdîran, zirar negiha gerîlayên PJAK û YRK’ê. Lê vê êrişê zirar û ziyaneke mezin da bax û bostanên gel.

Ji bilî beşek ji YNK’iyan, li dijî êrişên dewleta Tirk, ti kesî reaksiyon nîşan neda.

PDK ya ku reaksyon nîşanî êrişên li dijî herêma Behdînanê nade, ti reaksyon li dijî êrişa herêma di bin desthilata YNK’ê de jî nede.

PDK hem van êrişan rewa nîşan dide, hem jî teşwîq dike.

Di êrişên li Başûr de jî PDK hevkariya Tirkiyê dike. Berî çend rojan me li wan dîmenan temaşe kir ku PDK bi kepçe, qirêder û wesayîtên din rêya êrişên li ser herêmên gerîla vedike.

Xala pirr pirr girîng ev e, rêvekirina PDK’ê ber bi herêmên gerîla ve tê wateya destpêkirina tevgereke êrişê li dijî gerîla.

Pêwîst e ti Kurd li dijî vê rewşê bêdeng nemîne, bêhelwêst nemîne.

Piştî ku şer dest pê kir, ti feydeya qîr û hewarê tine. Ti wateya nerazîbûn û helwêstên derengmayî namîne.

Dema PDK’ê cara pêşî hêzên leşkerî bi ser gerîla de ajotin, raya giştî ya Kurd ket tevgerê. Lê demên dawî hişyariya raya giştî lawaz bû.

Pêwîste ev hişyariya raya giştî ji nû ve û hîn bi bandor çêbe. Yan na, ev zextên hêzên leşkerî yên PDK’ê yên eşkere, dê zirarê bidin gelê Kurd hemûyî.

Nexasim jî rewşenbîr, hunermend, jin, divê gelê Kurd hemû bikeve tevgerê da ku PDK van polîtîka û helwêstan biterikîne.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv