Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gotinên Şehîd Dîren Raman…

 

Her kêliya gerîla weke dastanekê ye. Berxwedana Aris Faris berxwedaneke wiha bû ku her kêliya wê hêjayî temenekî bû.

Her gerîlayek çîrokeke xwe ya berxwedanê heye. Ji ber ku qedera wan berxwedan e berxwedan çendî geş bibe çîrokên ku wê werin vegotin, nivîsîn dikevin ser hev, ji kêliyê derbasî dîrokê dibin..Bi ser de heke rojên şer be, her gav weke destaneke tê jiyîn. Berxwedana Aris Faris her kêliya wê hêjayî jiyanekê bû.

Gerîla Dîren yek ji wan lehengên tûnelên şer ên qada Aris Faris a Avaşînê ye. Piştî wê berxwedana mezin Dîren Raman ku yek ji wan gerîlayan bû ku xwe gihandî hevrêyên xwe, bi dil û zimane xwe behsa wan gavên berxwedane kiribû. Dîren Raman 12’ê Tîrmehe beriya ku biçe çalakiyê weke ku zanîbû wê çi bibe berxwedana xwe ji kamerayan re vegotibû. Aris Faris piştî ku behsa rûdanên şerê tûnelên kir deynê xwe yê li rûpelên dîrokê dayî û 12’ê Tîrmeha 2021’an li qada Avaşînê bi 3 hevalên xwe re şehîd bûbû.

Gerîlaya YJA Starê Dîren Raman piştî berxwedana Mamreşo wiha behsa têkoşîna dijî artêşa Tirk kir ku berê xwe dabû qada Aris Faris.

”Bi çarçoweya pêngava şoreşger a Bazên Zagrosê ketim nav berxwedana Aris Faris. Heke tiştên ku li wir hatine jiyîn çendî werin vegotin nêzîkatiya bi hovîtî ya dijmin jî ew çend wê were fêhmkirin û zanîn. Piştî şerê li Mamreşo dijmin berê xwe da Aris Faris. Sedema ku dijmin berê xwe dayî vir ew bû ku li vir me sax bi dest bixin, teslîm bigirin. Ji wan weye ku em ê dev ji nirxên xwe, dilsoziya xwe ya partiyê biqerin û teslîmî dewleta Tirk bibin. Hêviya wan ev bû lê berevajî vê bû. Li vê derê li tûnelan li dijî dijmin berxwedaniyek çêbû. Dema êrîşên peşî û piştî wê me tim mudahele li dijmin kir. Dema ku dijmin jî dît ku bandora çekên me heye û bi vî rengî me li ber xwe daye, şok bû. Ji ber vê dest bi propagandayeke nû kirin.Gotin, ”werin teslîm bibin, dewlet wê we biparêze”. Nexasim bang li jinan dikirin, digotin,”Jiyana we ne ti jiyan e, hûn çi bixwain em ê bidin we, hûn jin in, teslîm bibin, ev ê ji bo we çêtr be”. Dixwestin ku hevalên jin teslîm bigirin. Digotin, ”mêr neyên jî dibe, hûn werin teslîm bibin, em ji wan çêtir dikarin we biparêzin.

Her ku dengê wan dihate me hêrsa me radibû. Ji ber ku wan jî pê dizanîbû. Heke ji bo ku pariyek nan û av em teslîm bibûna ji serî de em tevlî vê tevgerê nedibûn. Ji bo me dilsoziya li şehîdan, Rêbertî beriya her tiştî ye û tişta ku wan teklîfî me dikir tiştên pir jirêzê bûn. Dema ku wan wiha bang dikir kenê me bi wan dihat. Dema ku dîtin em teslîm nabin dijûn dikirin, me bi lîlandinan û dirûşmeyan bersiva wan dida. Vê ew dîn dikirin. Piştre jî digotin, ”Heke hûn teslîm nebin em ê tiştên cuda bi kar bînin, bila haya we jê hebe, çawa ku me li Mamreşo çeka kimyewî bi kar anîbbe, li vir jî em ê bi kar bînin, we tine bikin” û her ku diaxivîn heval bi çalakiyan bi ser wan de diçûn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv