Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Goran Kobanê yê enternasyonalîst: Rêwîtiya ji Almanyayê heta Rojavayê Kurdistanê

 

GORAN KOBANÊ YÊ ENTERNASYONALÎST
RÊWÎTIYA JI ALMANYA HEYA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ

Goran Kobanî di pêvajoya 6 salan de, li Rojavayê Kurdistanê hem di qada şer de hem di qada civakî de bû şahidê gelek guherîn û veguherînan.

Goran derheqê çavdêriyên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê de ji ANFê re axivî.

Goran sedemê tevlîbûna şerê li Kobanê wiha îzah dike:

“Pêşî ya ku herî zêde bandor li hatina min ya li vê derê kir rewşa Kobanî bû. Beriya 6 salan, DAIŞ tevahiya heremê dagir kiribû û li Kobanê şerê man û nemanê hebû. Eger DAIŞ Kobanî bidestbixista ewê heta Ewropayê bihata. Wê demê ez ketim nava lêpirsinan ka gelo çawa dikarim piştgirî bidin şervanên kurd”

Goran dibêje dema ew hat Kobanî dît ku gelek şervanên ji neteweyên kurd, tirk, ereb û enternasyonalist li kêleka hev li dijî DAIŞê şer dikin û dide zanîn ku vê yekê hêvî û cesareta wî zêdetir kiriye.

Goran Rêvebiriya welatê xwe Almanya ji ber piştgiriya wê ya ji bo Tirkiyê bi tundî rexne dike û bibîrdixe Almanya di gel ku dizanibû ku rêvebiriya Erdogan bi DAIŞê re hevkarî dikir, lê disa jî tim pişgirî dida Tirkiyê.

Goran wiha axivî: “Tirkiye hê îro jî bi êrişên li ser sivîlan, li gorî peymanên navnetewî suçdar e, lê Almanya bi awayeke fermî çek difiroşe wê. Divê gelê me yê Alman qebûl neke ku Tirkiyê bi çekê wan êrişî ser kurdan bike.

Şervanê Enternasyonalkist yê Alman bang li ciwanên Ewropî dike ku tim bi kampanyayên imzeyan bi tevlîbûna meş û mitingan zorê bidin ser Dewletên xwe daku bi dewleta tirk re nebin şirîgê kuştina kurdan.

Goran Kobanî herwiha pêşniyaz li ciwanan dike ku werin çend mehan li Rojava bimînin û bibin şahidê pêkhatina şoreşeke muhteşem ku li ti deverek edin ya Rojhilata Navîn tine.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv