HUQÛQA DIJMINAHIYÊ
GIRTIYÊN AZADIYÊ BÊRÛMETIYA TÊ FERZKIRIN RED DIKIN
Mehmet Savûr
30 salin girtî ye û niha li zîndana Şakranê Tîpa T Hejmar 3 tê ragirtin.
Mudurê Zîndanê bi gotina “ez ê nehêlim tu ji zîndanê derkevî” înfaza wî betal kir
Bazî Bor
60 salî ye û li zîndana Amedê Hejmar 1 tê ragirtin.
10 sal cezayê mêtîngeriya Tirk lê birî qediya ye û nayê berdan.
Sadik Ozbay
Li zîndana Amedê Tîpa D tê ragirtin.
Ev zêdetirî 10 sal in girtiye.
Tevî ku cezayê mêtîngeriyê lê birîbû qediya ye nayê berdan.
Mazlûm Erden
Li zîndana Edene Ceyhan Tîpa M tê ragirtin.
Înfaza wî bi hinceta “guhertina odeyê” hatiye betalkirin û nayê berdan.
Firat Can
Li zîndana Denîzlî Tîpa T tê ragirtin.
Ev 10 sal in girtiye.
Poşmanî li ser ferzkirin û wî jî qebûl nekir.
Ji ber vê yekê înfaza wî hat betalkirin û nayê berdan.
Pinar Işik
Li zîndana Amedê ya Jinan tê ragirtin.
Sala borî cezayê mêtîngeriyê lê birîbû qediya û tevî vê yekê jî nayê berdan.
Bi heman rengî li heman zîndanê Zozan Taş, Ferîhe Degiş û Muazzez Alphan jî nayên berdan.
Dijwar Neslî Îsmaîl
Li zîndana Afyon Hejmar 1 tê ragirtin.
Ev 30 sal in girtî ye.
Di 30 salên zîndanê de tenê carekê dikarî hevdîtinê bike.
Tevî ku cezayê mêtîngeriyê lê birî qediya ye jî nayê berdan.
Mûrat Aktaş
Li zîndana Kandira Tîpa F Hejmar 1 tê ragirtin.
Divê di 2034’an de bê berdan.
Lê cezayê mêtîngeriyê lê birîbû, hat betalkirin.
Berdana wî taloqî 2049’an hat kirin.
Vedat Gultekîn
Li zîndana Duzce Tîpa T tê ragirtin.
Înfaza wî hat betalkirin.
Tevî ku cezayê mêtîngeriya Tirk lê birîbû qedandiye jî nayê berdan.