Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Girtiyekî Rojhilatî bi êşkence hat qetilkirin

Li girtîgeha Pîranşarê hêzên Îranê êşkence li welatiyekî Kurd kirin û ew qetil kirin.

Li gorî agahiya ku Kolbernewsê li ser hesabê xwe yê dîjîtal parvekirî hatiye gotin ku girtiyê Kurd ê Pîranşarî yê bi navê Yasir Mengurî ku di girtîgeha Pîranşarê de girtî bû ji ber êşkenceya ji aliyê hêzên Îttîlaatê yê Îranê jiyana xwe ji dest daye.

Çavkanî dibêje ku sibeha roja 08.09.2021 (Çarşemiya bihorî) hêzên Îttîlaatê bi rêya telefonê ji malbata Yasir Mengurî re gotine ku Yasir li girtîgehê hatiye kuştin û ji bo wergirtina cenazeyê wî, tevî nasnameya wî biçin navenda wan.

Her wiha di dewama agahiyên hatinî parvekirin de tê gotin ku destpêkê hêzên Îttîlaatê yê Îranê Mengurî vedixwînin goristana Pîranşarê û li wê derê gule berdidin Yasir Mengurî. Li wir Yasir birîndar dibe û ew bi rengekî birîndar destgîr dikin û vediguhezînin girtîgeha bajêr. Piştre ji ber êş û êşkenceya ku li girtîgehê lê hatî kirin jiyana xwe ji dest dide.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv