ZEXTÊN LI SER GIRTIYAN
GIRTIYÊ NEXWEŞ ÎSA GULTEKÎN JIYANA XWE JI DEST DA
Hem malbat û parêzerên Îsa Gultekîn û hem jî Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Mêrsînê gelek caran ji ber nexweşiya giran ji dadgehiya Tirk serlêdana serbest berdanê kiribûn.
Lê daraza Tirk ev serlêdan paşguh kir û Gultekîn berneda.
Îsa Gultekîn herî dawîn li Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê dihat dermankirin.
Hat hin bûn ku Gultekîn jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wî li morga nexweşxaneyê tê ragirtin.
Îsa Gultekîn 28 sal bû li zindanê bû û cezayê muebbetê lê hatibû dayîn.
Malbata Gultekîn diyar kir ku piştî cenaze bê teslîm girtin wê li Goristana Bajêr a Mêrsînê bê veşartin.