HUSEYÎN ÎDÎG
GIRTIYÊ 26 SALAN JIYANA XWE JI DEST DA
Girtiyê nexweş Huseyîn Îdîg 26 salan girtî mabû û înfaza wî hatibû taloqkirin.
Ji ber nexweşiyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Misircê ya Sêrtê dihat dermankirin û li wê derê jiyana xwe ji dest da.
Îdîg di sala 2018’an de ji ber nexweşiyên wî înfaza wî hatibû taloqkirin û hatibû berdan.
Malbatê û rêveberên komeleya girtiyan piştî ku cenaze ji morga nexweşxaneyê ya Misirca Sêrtê wergirtin, li gundê Siertan ê navçeya Misirca Sêrtê veşartin.
Endam û rêveberên TUAY-DER’ê yên Amed û Sêrtê û rêveberên HDP’ê tevlî merasima cenaze bûn.