GIRTINA DERIYÊ SÊMALKA
LI QAMIŞLOYÊ BI MEŞEKÊ HATE ŞERMEZARKIRIN
Şêniyên kantona Qamişlo bi meşekê ve girtina deriyên sînor yên Sêmalka û El-Welîd şermazar kirin.
Meş bi dirûşma “Girtina deriyê Sêmalkayê teslîmbûna ji siyaseta Erdogan re û pêkanîna fermanên wî ye.” pêk hat.
Ji Girkê Legê, Dêrik, Baravê, Koçerat, Til Koçer û Çil Axa gelek kes tevlî meşê bûn.
Gel li Qada Azadî ya navçeya Dêrikê kom bûn û berbi qada şehîdan dest bi meşê kirin.
Li Qada Şehîdan meş veguheî mitîngê.
Li vir Hevseroka meclisa Qamişlo Perwîn Yûsif xîtabî gel kir û di axavtina xwe de da zanîn ku li ser herêmê êrişek aborî heye.
Meşa gel bi dirûşmên berxwedanê bi dawî bû.
BERXWEDANA LI SÊMALKA
ÇALAKIYA MALBATÊN ŞEHÎDAN 101 ROJ LI PEY XWE HIŞT
Li aliyê din ve çalakiya malbatên şehîdan ya li ber deriyê sêmalka dewam dike.
Çalakiya ji bo wergirtina cenazeyên şehîdên Xelîfanê 101 roj li pêy xwe hişt.
Ji gelek bajar û navçeyên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûrî gel serdana konê çalakiyê dikin.
Şêniyên Qamişlo serdana çalakiyê kirin û piştgirî dan malbatên şehîdan.
Li ser navê koma gel Avram Somî axivî û diyar kir ku divê PDK duh bide daxwazên dayikên şahîdan.