Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

Gerîlayên YJA-Star’ê: ‘Em ê heta dawî li dijî dijmin li ber xwe bidin û dagirkeran têk bibin’

 

Gerîlayên YJA Starê ku li dijî êrîşên dewleta Tirk di mewziyan de li ber xwe didin, derban li hêzên dagirker didin.

Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Zap, Metîna û Avaşînê didomin. Berxwedana gerîlayên HPG’ê û YJA Starê jî li dijî van êrîşan didomin.

Gerîlayên YJA Starê ku di pêngava Cenga Xabûrê de li meziyên pêş şer dikin, diyar dikin ku ew ê bi rihê berxwedanê ya Garê rê nedin dagirkeran. Gerîlaya YJA Starê Nûdan têkilî berxwedanê wiha dibêje: ”Ji dema ku êrîşên dewlta Tirk dest pê kiriye û wir ve em li dijî dijmin çalakiyan dikin. Em ê berxwedaniya xwe bênavber bidomînni. Em van çalakiyên xwe her wiha ji bo parastina Zendûra jî dikin. Bawer dikim em ê bi serkeftineke mezin ji çalakiyê vegerin. Berxwedana Garê rêya me ronî dike. Bila her kes zanibe ku em ê bi ser bikevin.”

Pêşengên ku li dijî dijmin li ber xwe didin li çiyayên Kurdistanê bi rengekî bêhempa şer dikin. Yek ji gerîlaya jin ku tirs kirî dilê dijmin Rojîn e. Têkilî çalakiya wan a ku serketî çûye gerîla Rojîn dibêje, ”Ev qad a hevalên jin e, qadeke ku şervanên Apoyî lê dimînin. Em ê heta dawî li dijî dijmin li ber xwe bidin û dagirkeran têk bibin. Em van çalakiyên xwe berxwedana hevalên xwe yên li Heftanîn, Zap, Avaşîn û Metînayê slav dikin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv