Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fermandara artêşa jinê Ezîme

 

FERMANDARA ARTÊŞA JINÊ EZÎME
GERÎLAYÊN YJA STARÊ LI SER MÎRATEYA WÊ XWE KIRIN HEBÛN

Şer kesayetek ji pola dixwaze, em ê kesayetek ku têk neçe di şer de bikin pola.

Rêber Apo bi van gotinan şer, kesayeta şergêle û pêşengiyê pênase dike.

Dema Rêber Apo dibêje kesayetek ji pola, Fermandar Ezîme tê bîra mirov.

Ezîme ango Mihrîban Sari 1957’an li Gimgima Mûşê ji dayik dibe.

Dixwîne û dibe mamoste.

Salên 80’yî li Mûşê dema mamosteyê PKK’ê nas dike.

Salên 80’yî ew sal in, hestên şoreşgerî li nav ciwanan geş e, lêgerîneke bi hêz heye.

Hestên wê yê şoreşgerî wê nêzî PKK’ê dike.

Piştî derbeya 12’ê Îlonê faşîzmeke ew qas mezin heye, hew dikare bêdeng bimîne, dest ji mamostetiyê berdide û aktif tevlî xebatan dibe.

Ew êdî Ezîme ye.

Fermandar Ezîme dibe yek ji wan jinên serwext ku bi fikir û felsefa PKK û birdoziya Rêber Apo bawer kiriye.

Li cem Rêber Apo perwerde dibîne, paşê aktîf cihê xwe di nava refên gerîla de digire.

Sala 1986’an PKK li Akademiya Mahsûm Korkmaz kongreya xwe ya 3’an li dar dixe.

Di wê kongrê de, ji bo endamtiya Komîteya Navendî ya Partiyê tê hilbijartin.

Hê di wê demê de barê şoreşê hildigire û pêşengiyê dike.

Sala 1992’yan PDK jî di nav de hêzên NATO’yê dibînin ku PKK bi gewde dibe, rihên xwe bi xurtî berdide nava civakê, şerekî her alî dibin ser.

Şerekî dijwar diqewime û belavî tevahî başûrê Kurdistanê dibe.

Li eniyê li refên herî pêş, ne tenê şer dike, di heman demê de koordîne dike.

Piştî şerê Başûr, 93’yan diçe Botanê û berpirsyariya fermandariya yekem hildigire.

PKK 94’an li Botanê bi rihê Egît dest bi tevgereke berfireh dike, wê demê Ezîme fermandara herêma Garisa ye.

Dijmin ji bo herêma Garisa dagir bike êrişeke giran dibe, dor li Botanê digire, hêza Botanê bi hemû qiweta xwe li ber xwe dide.

Şer giran e, gerîla nahêle dijmin bi hêsanî bikeve Botanê, 7’ê cotmehê bi taybet li Garisa tevgera dagirkeriyê heye.

Fermandar Ezîme bi hemû hur giliyên şer re eleqeder dibe, rê nîşan dide û koordîne dike.

Şer heft şev û heft rojan bê sekn dewam dike, dijmin nikare bikeve herêma Fermandar Ezîme lê ye.

Êrişên dagirkeriyê bi hewldan, sebir, tebat û serwextbûna wê têk diçe, gerîla ser dikevin.

Helbet di vir de, rêbaz û taktika şer a Fermandar Ezîme roleke girîng dilîze.

Li cihê ew lê ye, serkeftin heye, coş heye, moral heye, bawerî û biryardarî heye.

Bi sekna xwe di avabûn û peşketina artêşbûna jinê de roleke mezin dilîze, ji bo jin bi hêza xwe bihesin kedê dide.

Li cihê ew lêye, ji hevalên xwe re pişt, ji dijmin re, tirs û xof e.

Fermandar Ezîme 1994’an, 9’ê cotmehê li qada Herekol a Bota dema şerê li diji artêşa Tirk koordîne dike şehîd dibe.

Di kongreya 5’an de wekî endama manevî ya komîteya navendî tê hilbijartin.

Di kongreya 1. a YAJK’ê de jî wekî fermandara manevî ya artêşa Jinê tê binav kirin.

Gerîlayên YJA Starê îro li ser mîrateya Fermandar Ezîme xwe kirin hebûn û şerê parastinê dikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv