Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

Gerîlayên YJA Starê derb li helîkopterê xistin

Gerîlayên YJA Starê 2’ê Îlonê li helîkoptereke êrişê xistin, ku dixwest bombeyan li qada Tîpa T ya herêma Zapê bibarîne. Helîkoptera ku derb xwar neçar ma ji herêmê biçe.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

31’ê Tebaxê saet di 05:00 de li ser rêya Şemzînan-Geverê ya Colemêrgê, hêzên me li nuqteya kontrola rê xistin. Di vê çalakiyê de hejmara dagirkerên ku hatin cezakirin û yên birîndar bûn nehate zelalkirin.

2’ê Îlonê saet di 00:30’î de li herêma Zapê, hêzên me yên YJA Starê li helîkoptereke êrişê xistin ku dixwest bombeyan li qada Tîpa T bibarîne. Helîkoptera êrişê ya ku derb xwar neçar ma ji herêmê biçe.

2’ê Îlonê saet di 19:00 de li herêma Zapê li dijî dagirkerên li qada Cîloyê Biçûk, hêzên me bi çekên giran çalakî kirin. Hedefên hatin diyarkirin, bi rengekî serketî li wan hate xistin.

Li qada berxwedanê ya Werxelê ya herêma Avaşînê;

2’ê Îlonê saet di navbera 01:30-02:30’î de artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyan û çekên giran bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barandin. Dagirkeran xwestin piştî bombardûmanê bi pêş ve biçin. Berxwedêrên Werxelê ji nêz ve li dagirkeran dan û dagirker neçar man vekişin.

3’ê Îlonê saet di navbera 06:50-09:00 de artêşa Tirk a dagirker careke din sûcê şer kir û bi gazên bi jehr êrişî qada berxwedanê ya Werxelê kir.

Liv û tevgera droneyan û balafirên keşfê ya li ser qadên berxwedanê dewam dike.

2’ê Îlonê saet di navbera 11:30-19:10’an li herêma Zapê qadên Çemço, Sîda û gundê Rençbiraxa ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hatin bombekirin. Şewata ku ji ber bombardûmanê rû da hîn jî dewam dike.

2’ê Îlonê saet di navbera 20:40-22:00 de li herêma Metînayê helîkopter li ser qada Qaşûrayê geriyan. Heman saetê li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê derdora gundên Dêşîşê, Êdînê, Kêste, Serarû û Hirorê û qadên Koordîne û Kela Q3umriyê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

2’ê Îlonê saet di navbera 00:40-01:30’î de li herêma Avaşînê helîkopter li qadên Mervanos, Tabûra Ereban, Girê Spî, Girê Sor û Girê Silêman geriyan.

3’ê Îlonê saet di navbera 08:00-09:00 de li herêma Garê gundên Kafya, Şêranê û Rêdinê bi balafirên şer hatin bombekirin. Şewata ku ji ber bombardûmanê rû da dewam dike.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv