Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gerîlayên ku ji êrişa gaza kîmyewî sax filitîn axivîn

 

Gerîlayên ku li Girê Sor ji êrîşa gaza kimyewî ya artêşa Tirk sax filîtîn tişta ku jiyan vegotin.

Artêşa Tirk ku nikare şerê gerîlayan bike li dijî gerîlayan çekên kimyewî bi kar tîne. 3’yê Îlona 2021’an li Girê Sor a Avaşînê artêşa Tirk çeka kimyewî bi kar anî û 6 gerîla şehîd bûn. 3 gerîlayên ku ji pêvajoya berxwedanê ve li Girê Sor di tûnelên şer de şer dikiri nû di bombebaran çeka kimyewî de sax filitîn behsa sûcên şer ên dewleta Tirk dikirin. Gerîla Mizgîn, Armanc û Têkoşîn diyar kirin bi çekên kimyewî yên qedexe ku artêşa Tirk bi kar aniye, 6 gerîla şehîd bûne.

Gerîlaya YJA Starê Mizgîn Dalaho diyar kir dewleta Tirk di tûnelên şer de yek gule jî neavêtiye, hemû şer bi  gazên kimyewî û teqemeniyank kiriye.

Dalaho operasyonên dagirker ên artêşa Tirk ên li ser Mamreşo û Avaşînê û herêmên din, ku 23’yê Nîsanê dest pê kirin bi bîr xist, bal kişande ser berxwedana li qada Girê Sor ku ew jî di nav berxwedanê bû û got, ”Dewleta Tirk şerekî derexlaqî dike. Dewleta Tirk her tiştê ku di şer de qedexe ne li ser me bi kar anî. Hin ji van teqemenî bûn û gaza kimyewî ya ji van teqemeniyan û gazên bîberê bûn.”

Dalaho bi berdewamî got, ”Duxan û bêhna van gazên kimyewî ji hev cuda bû. Carinan gaza bîberê davêtin, carinan jî hin gazên cuda yên kimyewî davêtin. Gaza ku pêşî avêtin rengê xwe kesk bû, tehma şekir dida mirov û bêhna wê weke şekirê şewitî bû. Bêhna vê gazê pir xweş bû. Ji bo ku em ji vê behnê aciz nebin û bikişînin ser kezeba xwe ev bêhn û tehma xweş didanê.

Bêhna gaza ku bûyî sedema şehîdbûna heval Baz (Gerîlayê HPG’ê Şehîd Baz Gever -Firat Şahîn) weke av cilşoyê bû. Demeke dirêj tesîr li ser mirov dikir. Ji ber vê heval Baz ne wê gavê piştre şehîd bû. Tevahiya rojekê aveke bikef a zer ji devê heval Baz diherikî û piştre şehîd bû. Carinan gazên cuda jî davêtin, piraniya rengê van gazan bi ser rengê spî de bû.”

Gerîlaya YJA Starê bi domdarî got, ”Di teqîna dawî de 3 heval di nobetê de bûn. Bi carekê re teqîneke xurt çêbû lê dema teqînê deng nehat. Tenê zexteke zêde li hundir bû û em hemû li hundir hejiyan. Bandora vê teqînê weke erdhejê bû. Piştî bi 2 deqeyan dûxan hate hundir, rengê xwe gewr bû. Du hevalên li cem min dema ku çûjne ku derî kontrol bikin, hê du metro nemeşiyan ketin erdê. Li cem min heval Armanc û Têkoşîn hebûn. Heval Armanc 4 saetan ji hiş ket. Heval Têkoşîn dema ku kete erdê rûyê wê sor bû, laşê wê şîn û reş bûbû û ti nemabû ku bifetise, weke ku hilma xwe ya dawî dida. Min mudahele kir û hinekî bi ser hişê xwe ve hat. Heval Armanc piştî bi 4 saetan bi ser hişê xwe ve hat. Piştre çûm min hevalên li jor kontrol kirin. 6 heval şehîd bûbûn. Rengê hemû hevalên şehîd şîn û reş bûbû. Teqez bû ku ev heval bi gazê şehîd bûbûn. Nîşaneya xeniqandinê li ser hemûyan hebû. Çavê hemûyan vekirîbû.”

Gerîlayê HPG’ê Armanc Simko ku li Girê Sor di berxwedanê bû got, ”Gaza ku pêşî avêtin tehma wê weke şekir bû, bêhna wê jî weke şekir bû. Vê gazê bandor li ser pergala siniran dikir. Dema ku min ev gaz kişand min pê derxist ku çengê min ditevizin, ji qerem ketim. Her wiha bandor li ser hişê mirov jî dikir. Gaza ku bûyî sedema şehîdbûna heval Baz bi teqemeniyê avêtin û bêhna deterjanê dihat. Vê gazê nedihişt ku mirov bikaribe hilme bistîne. Heval Baz dema ku pêşî ev gaz hatî avêtin bandor li ser nekiribû, piştre bandor li ser kiribû. Nedikarî hilma xwe bistîne, dilê wî zû lêdida û, rajena wî guherîbû. Dema ku me hewl dida ku wî xilas bikin masaj li dilê wî dikir, ji dev û bêvila wî aveke zer û bikef dihat. Heval Baz li wê deerê bi bandora gaza kimyewî şehîd bû.”

Armanc Simko bi berdewamî diyar kir gaza kimyewî ya ku leşkerên Tirk avêtî di demeke kurt de bandor dikir, piştî ku gaz kişandiye hundirê xwe 4 saetan ji hiş ketiye û got hê jî tistên ku bûne bi bîra wî nayê.

Simko got, ”Bandora gaza ku dawî bi kar anîn û bûyî sedema şehîdbûna 6 hevalan bi bîr min nayê. Bi qasî ku tê bîra min dema ku gaz bi kar anîn em çûn ku hevalan kontrol bikin, lê piştî wê nayê bîra min. Lê ew gazan ku bi kar tînin piştî demekê bandorê dike, çawa ku mirov dikişîne ji hiş dikeve. Dema ku pir tê kişandin dibe sedema şehîdbûnê. 6 hevalên li tûnelê wiha şehîd bûn. Li gel ku min hindik kişandibû jî 4 saetan bi ser hişê xwe nehatibûm. Piştî bi rojekê jî nayê bîra min. Em çawa ji tûnelê derketin ew jî bi bîra min ayê. Bi min ew gaza ku bik ar tînin bandorê li ser sîstema mêjî û siniran dike û mêjî dikuje. Ji ber vê bîra mirov diçe. Ev 2 meh derbas bûn lê hê jî bandora wê li ser min heye, ez gelek tiştan ji bîr dikim û hê jî ne hakimî refleksên bedena xwe me.”

 

Gerîla YJA Starê Têkoşîn Devrim jî têkilî çekên ku hatine bikaranîn got,”Dijmin 21’ê Hezîranê êrîş anî ser qada Girê Sor. Hê di roja sêyan a operasyonê de gaza kimyewî avêtin. Rengê vê gaza kimyewî keskê vekirî bû û bêhna şekirê şewitî dida. Piştî ku gaza kimyewî davêtin teqemenî davêtin, sedema wê ev bû ku bi zexta teqînê tevahiya gaza kimyewî bikeve tûnêlan.”

Têkoşîn Devrîm her wiha got,”Nexasim gaza bi rengê kes pir davêtin. Ji deriyê ku berê me girtibû bi xortuman berdidin tûnelan. Gazeke dî jî hebû, bêhna deterjanê jê dihat. Bêhna wê hem pir pîs bû û hem jî pir bandor dikir. Her wiha ji bo ku heval nikaribin hilmê bistînin gaza bîberê davêtin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv