Gerîlayê HPG Pîro Xemgîn jî di salvegera damezrandina PKK de di kesayeta Hakî Karer de hemû şehîdên şoreşê bibîranî û nêrînên xwe wiha anî ser ziman: “Ruhê avakirina PKK roja îro di çeperên şer de, tunelên şer de ye. Ji gava destpêkê ya Rêber Apo heya niha ew berxwedan didome û şerekî bi rûmet tê meşandin. Bi vî awayî PKK xwe gihand asta gerdûnî û li hember polîtîkayên dijî gelan û dijî civakbûnê sekinî.

PKK nirxê ku şehîdên şoreşê ava kirine li ser wê bingehê xwe bi pêş xistiye û bi hêz kiriye. Her ku bedel daye, gaveke mezin avêtiye. Her kû xwîn rijandiye, jiyaneke nû û azad afirandiye. Ew diyalektîka PKK’ê ku Rêber Apo ava kiriye ji gelên azadîxwaz re bûye mînak. Ji ber ku pergala Rêber Apo ava kir li hember pergala desthilatdarî û netewe-dewlet e, her tim bi êrişên cur be cur ve rû bi rû maye. Lê heya niha jî ew pergala azadîxwaz ji bo hemû gelên cîhanê alternatîfeke. Roja me ya îro jî hin zêdetir tê tercihkirin.

Berxwedana îro di vê çarçoveyê de tê meşandin. Ew ruhê ku îro di çeperan de şer dike ruhê Rêber Apo ye, ruhê şehîdên şoreşê ye. Hêza ku em ji vî ruhê digirin wê her tim têkoşîna me bilind bike, bibe rêya me ya serketinê.”