Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Gerîlaya ciwan Şahla Cuma (Sofiya) ji Başûr tevlî berxwedana Cenga Heftanînê bû

 

Di çarçoveya Seferberiya Heftanînê de jinek ciwan ya ji Başurê Kurdistanê berê xwe da qadên azad û tevlî nava refên gerîlla bû. Jina ciwan di nava Gerîlla de navê Gerîlla Sofiya hilbijart û di çarçoveya tevlîbûna xwe de wiha axivî:

“Navê min Şarla Cuma Husên e. Ez di dîroka 1995’an de li Çemçemal dayikbûme. Ji eşîreta Hemewandim. Li Zanîngehê Beşa Felfeseyê min qedandiye. Kodê min Gerilla Sofiya ye.

Ji ber tevlîbûna xwe nav hevalan de pir kêfxweşim. Xeyalê min bû wek jinekî armancê xwe pêk bînim, bibim pêşengek û bi xwedî fikr û felsefek jinan re riyek nîşan bidim. Wan jî bînim ser riya ku ew pê bawerin. Ji bo gelê xwe dixwazim bibim keyfxweşiyek.

Ez wek jinekî bingeh û tevgerandina civakê me. Jin di civaka me ya Kurd de di rewşekî nexweş û xirab de derbas dibe. Ez jî ji bajarê Çemçemalim, rewşa jin di rewşekî herî jêr de ye. Jinên Çemçemal di malê de, di fikir de tê tecrîd kirin. Fikrê wan nîn e.

Ji bo rewşa heyî ew jî îkna bûne. Asta kolebûnê ku ketêne tê de ji xwe re qebûl kirine. Jinên ku bifikirin nebûn. Ê me heke bixwazin wek jinek jiyan bikin.

Divê ku balbikşînin ser pirsgirêkên jin û armançê min di jiyan de çî ye? Jiyan bo min çi wateyek heye? Em heta niha dijîn ji bo ku bimrin.

Bang dikim li hemû jinan û heta zilaman jî ku dest ji wî pergala desthilatdar berdin. Ta ku jin xwe nasbike. Pêwîste kategoriya cinsî nemîne. Ku ew sepandina bi dawî were anîn. Jin çalak bibe. Divê em wan astengiyan bişkînin. Nifşê dahatû azad bijî. Ev bibe kevneşopiyek, dîrokek.Li gel hevalanim, dixwazim xebat bikim, xizmet ji jinan bikim.”

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv