GERÎLA Û ŞENGAL
SALVEGERA 3. A VEKIŞÎNA JI ŞENGALÊ
2’yê Tebaxa 2014’an çeteyên DAIŞ’ê yên Mûsil dagir kirin, berê xwe dan Şengalê.
Hêzên PDK’ê û artêşa Iraqê xwe ji tevahiya gund, komelgeh, bajarok û navenda Şengalê vekişandin.
Şengala bêparastin mayî, bi qirkirineke mezin re rû bi rû bû.
Ji 12 siwarên Derwêşê Evdî ji çiyayên Kurdistanê 9 gerîlayan xwe gihandibûn Şengalê.
Fermandarê wan Derwêşê Hemdem Dilşêr Herekol bû.
3’yê Tebaxê DAIŞ’ê ji bo qira Êzîdiyan bîne dest bi êrişan kir.
Bi sedhezaran Êzîdiyan berê xwe dan çiyayê Şengalê.
Gerîlayan wê rojê destanek nivîsandin û bi sedhezaran Êzîdî rizgar kirin.
4’ê Tebaxê Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan got, em ê Şengalê biparêzin û îşev em ê mudaxale bikin.
Şervanên YPG-YPJ’ê jî xwe ji Rojava gihandin Şengalê û korîdora mirovî vekirin.
Êzîdiyan tenê şervan û gerîlayên Rêber Apo di wê roja teng de li dora xwe dîtin.
Wan şervan û gerîlayan Şengala dagirkirî, gundewarên wê ji faşîzma DAIŞ’ê rizgar kirin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê 23’yê Adara 2018’an bang li gerîlayên HPG û YJA-Starê yên li Şengalê kir.
“Gerîla bi bawerî û huzûra ku armanca wê bû Şengalê, Êzîdiyan ji qirkirinê rizgar bike pêk anî û ji Şengalê vedikişe.”
1’ê Nîsana 2018’an li ser vê bangê gerîlayên HPG û YJA-Starê bi merasîmeke heybet xwe ji Şengalê vekişandin.
Îro Iraq û PDK yên Êzîdî û Şengal bi qirkirinê rû bi rû hiştin, hewl didin fermaneke nû li serê Êzîdiyan rakin.