Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gerîla TV dîmenê Operasyona Şoreşgerî weşand

 

Gerîla TV dîmenê Operasyona Şoreşgerî ya 8 û 9’ê Kanûnê ya li Zapê weşand. Di operasyonê de hêzên gerîla çûbûn ser 8 cenazeyên leşkerên Tirk ên dagirker û gelek çek desteser kiribûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser Operasyona Şoreşgerî ya li Zapê ev agahî parve kiribû:

“Hêzên me yên gerîla di navbera 8-9’ê Kanûnê de li qada Girê Şehîd Mûnzûr a Zapê, li dijî dagirkeran bi taktîkên dema nû yên gerîla Operasyoneke Şoreşgerî ya koordîneyî li dar xistin. Agahiyên berfireh ên li ser Operasyona Şoreşgerî ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de hate lidarxistin wiha ne:

Destpêkê 8’ê Kanûnê saet di 14:00 de li Girê Şehîd Mûnzûr bi çekên giran derbên xurt li çeperên dagirkeran hate xistin. Piştre jî tîmên me yên gerîla yên bi tevger ketin nava liv û tevgerê û ji 5 baskan ve çeperên dagirkeran xistin bin kontrola xwe. Tîmên me yên êrişê yên profesyonel ên yekemîn û duyemîn nîvê şevê saet di 01:00 de bi rengekî koordîneyî avêtin ser 2 çeper û kamelyayeke dagirkeran. Baskê yekemîn ê çalakiyê bi bombeyan û çekên ferdî li kamelyaya ku dagirker tê de bûn, xist. Hêzên me li vê kamelyayê 5 dagirker ceza kirin û çûn ser cenazeyên dagirkeran, 2 çekên M-16, bombeavêjek, çekek BKC, çenteyek û gelek alavên leşkerî desteser kirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî bi bombeyên destan û çekên ferdî li 2 çeperan xistin. Hêzên em di demeke kurt de çeper xistin û 2 çeper bi temamî îmha kirin, çûn ser 3 cenazeyên dagirkeran. Baskê sêyemîn ê çalakiyê jî di heman demê de li dagirkerên li ser Girê Şehîd Mûnzûr reşand. Di çarçoveya Operasyona Şoreşgerî de baskên çalakiyê yên çaremîn û pêncemîn jî bi çekên giran li dagirkerên li Kela Bêdewê xistin û hedef îmha kirin.

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de bi rêbaza baz ji nişka û bi tundî derb li operasyona dagirkeran xistin. Tîmên me yên bi tevger jî bi rêbaza lêdanê ya Apoyî di nava 10 deqeyan de hedefên li ser gir hemû bi dest xistin. Hêzên me ti windahî nedan. Di encama vê çalakiya serketî de gelek dagirker hatin cezakirin, hêzên me çûn ser 8 cenazeyên dagirkeran, 2 çekên M-16, çekek bombeavêj, çekek BKC, çenteyek û gelek malzemeyên leşkerî desteser kirin.

Ev operasyona şoreşgerî, di şexsê hevrêyên me yên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi çekên kîmyewî bi namerdane şehîd hatin xistin, ji bo hilanîna şehîdên me hemûyan hate kirin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv