Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li Metînayê weşand

 

Gerîla TV dîmenê çalakiya li Metînayê ya 2’ê Hezîranê weşand ku di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin, 2 kozik û radarek hatin rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî parve kiribû:

“2’ê Hezîranê li herêma Metînayê, dagirkerên li ser Girê Şehîd Çiya ji aliyê hêzên me ve hatin kontrolkirin. Saet di 19:30’î de hêzên me ji sê baskan ve li dagirkeran xistin. Baskê destpêkê li 2 kozikan xistin û herdu kozik tevî dagirkerên tê de îmha kirin. Baskê duyemîn li dagirkerên dixwestin ji ser gir birevin xistin. Li vir jî dagirkerekî bi paye hate cezakirin. Baskê sêyemîn jî li radara li ser gir xist û ev radar jî îmha kir.

Di vê çalakiyê de bi giştî 4 dagirker hatin cezakirin ku yek jê bi paye bû, 2 dagirker birîndar bûn, kozikek û radarek hatin îmhakirin. Dagirkeran saet di 21:30’î de bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji herêmê birin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv