HÊZÊN PARASTINA HEWAYÎ YÊN ŞEHÎD DELAL
GERÎLA TV DÎMENÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ BAREGEHA TIRK A LI KANÎMASÎ WEŞAND
Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal hema bêjin her roj li artêşa dweleta Tirk a dagirker dixin.
Yek ji çalakiyên Hêzên Şehîd Delal 29’ê Nîsanê li dijî Baregeha Dagirkeriya Tirk a li Kanîmasî ya Başûrê Kurdistanê pêk hat.
Gerîla Tv jî dîmenê vê çalakiyê weşand.
Di dîmen de xuya dike, ku eskerên Tirk ên li baregehê li ser hev gulleyan li drona gerîla direşînin.
Dîsa jî dikin û nakin, nedikarin bînin xwarê û ne jî dikarin derbê lê bixin.
Hêzên Şehîd Delal di nava gullebarana eskerên Tirk de çalakiya xwe bi awayekî serketî li dar dixin.
Hêzên şehîd Delal bi awayekî serketî li hedefên xwe didin.
Piştî çalakiyê, drona gerîla bi awayekî serketî li baregeha xwe vedigere.