Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

Gerîla Şerker Demar qala çalakiya Piramît dike

 

Ji roja li Herêmên Parastinê yên Medyayê Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê destpê kir û vir ve, gerîlayên HPG/YJA Starê li dijî êrîşên dagirker ên artêşa Tirk a faşîst gelek çalakiyên serketî encam kirine.

Gerîlayê HPG’ê Şerker Demar ku qala çalakiya li Girê Pramît a li devera Sûka ya Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medya ya artêşa Tirk a dagirker kir, bi dîmenê bi kamereya bi serî ku kişandibû, bû yek ji dîmenê herî hatî nîşandan a Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê.

Gerîlayê HPG’ê Şerker Demar ê hê jî li devera Avaşîn li dijî operasyonên dagirkeriyê li ber xwe dide, qala çalakiyê kir û ev tişt anî ziman:

‘BI QASÎ 50 METREYÎ JÎ NÊZÎ ÇEPERÊN LEŞKERAN BÛ, ÇEKÊN XWE HIŞTIN Û REVIYAN’

“Di baskê êrîşê de li gel min hevrêyek din hebû. Hevrêyên di koma parastinê de jî cih digirin, bi çeka sekvanî û B7’ê cih di çalakiyê de  girtin. Em ber bi çeperan ve çûn, bi qasî 50 metreyî nêzîkî çeperan bûn. Me amadekariyên xwe yên lêdanê dikir, leşkerek bi dûrbûnê li me nêrî û me ferq kir. Nû ketibûn ferqê ku em nêzî çeperan bûne. Di heman kêliyê de ketin ferqê ku dijmin dron li ser me rakir. Ji ber ku di navbera me û dijmin de bejahî rût bû, me biryar da ku hevrêyên parastinê lê bide. Bi vî rengî çalakî me destpê kir û hem bi çekên ferdî û hem jî B7 li wan da. Li wir leşkerê ku dron rakir, hate kuştin. Bi kuştina wî leşkerî re dron jî kete xwarê.

Leşker ji tirsa ketibûn. Cihê ku em 10-15 deqeyan çûbûn, ew tam rojekê bi meşê çûbûn. Berî çalakiyê di keşfa çalakiyê de me li çeperekê di destê leşkerekî de çeka M-16 dîtibû. Min ji bo hevrêyan gotibû ku ez ê biçim wê çekê bigirim û bînim. Dema em çûn çalakiyê ber bi wê çeperê ve çûm. Hevrê Pîrdogan tam di wê kêliyê de bi çeka B7 li wê çeperê da. Ji xwe dema çalakiyê koma êrîşê û koma parastinê ketibûn nava hev.

Koma parastinê 50 metre nêzî gir bûbû. Hevrê Çekdar jî tevî ku sekvan bû, kete gir, bi çeka qernasê li dijmin dida. Li vir leşkeran çekên xwe hiştin û reviyan. Em li vir çûn ser cenazeyekê, li çeperên din herî kêm 4 cenaze hebûn. Gelek leşkerên birîndar jî hebûn, ji xwe qîrîn û nalîna birîndaran dihate bihîstin. Dema em ber bi çeperek din ve çûn, me çeka BKC rakir. Ev çek hema bêje qet nehatibû bikaranîn. Weke encam me gelek çek li ser dijmin rakir. Bi vî rengî vekişiyan.”

FERMANDARÊN HPG’Ê CESARETA GERÎLAYÊN KU ÇALAKÎ KIRIN, PÎROZ KIRIN

Di çalakiya Piramîtê de gerîlayên HPG’ê li ser leşkeran çeka MPT-55, BKC, 1 bombeavêj, 2 dûrbîn, yek cîhaza bêtêl hate desteserkirin. Piştî vê çalakiyê leşkerên Tirk demek dirêj li qada ku çalakî hate kirin, tevgera xwe sekinand. Carekî din cesaret negirtin ku biçin wan çeperan bi cih bibin.

Çalakiya Piramîdê bû yek ji çalakiyên veşartî ya di pêvajoya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê ya herî bi bandor, gerîlayên azadiyê navê xwe li dîroka şer dan. Fermandarên HPG’ê jî cesareta gerîlayên tevlî vê çalakiyê bûne pîroz kirin, terz û şêwazê vê çalakiyê li gelek qadan weke mînak nîşan dan. Fermndariya Biryargeha Navendî ya Gel (NPG) di daxuyaniya xwe ya 3’yê Tebaxê de çalakî pîroz kir û bal kiaşnd ser girîngiya wê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv