Gerîlayên azadiya Kurdistanê li herêma Zapê bi çekên giran li dijî dagirkeran çalakî kirin.
Hedefên hatibûn diyarkirin bi awayekî serketî hatin hingaftin.
GERÎLA LI ZAPÊ LI DAGIRKERAN DA
HPG: GERÎLAYAN DAGIRKERÊN LI GIRÊ XEREGOL BI ÇEKÊN GIRAN KIRIN HEDEF
Navenda ragihandinê û çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên dawî yên gerîla û êrişên dewleta Tirk ev agahî dan.
19’ê Cotmehê li herêma Zapê gerîlayan bi pêngava şoreşgerî ya bazên Zagrosan li dijî dagirkeran çalakî kirin.
Li hedefên dagirkerên li girê Xeregolê, bi çekên giran bi awayekî serketî hat xistin.
Artêşa Tirk a derb xwar, qada şehîd Rûstem a Zapê bi çekên giran bombe kir.
18’ê Cotmehê jî artêşa Tirk qada berxwedanê ya Werxelê bi teqemenî û çekên giran bombe kir.
Heman rojê derdora gundên Serarû û Deşîşê yên nehyaya Kanî Masî jî ji qereqolên li ser sînor hatin bombekirin.
Roja 12’ê Cotmehê artêşa Tirk dehma Kato Ortê ya qada Kato Marînos a qada Botanê bi balafiran bombebaran kir.
Paşê dest bi tevgereke berferih a dagirkeriyê kir.
Artêşa Tirk roja 14’ê cotmehê beyî ti encamê bi dest bixe vekişiya.