Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gerîla Devrîm: ‘Şertên Şoreşê hene’

 

Gerîlaya YJA Starê Armanc Devrîm got, ‘’Îro şertên şoreşê gihaştine.Rêbertiya me, paradigmaya me û felsefeya me heye.’’

Gerîlaya YJA Starê Armanc Devrîm got ti hêza mêtinger li bara rastiya gel û berxwedanê nikare rawest û got, ew şervanên PKK’ê soz dane ku xeyalên eşhîdên Kurdistanê bi cih bînin.

Gerîla Devrîm got rastiya gelê çewisandî, hatî mêtingerkirin û hebûna wê nedihate qebûlkirin bi PKK’ê re ji holê rabûye û got, ‘’Êdî Kurd bûne xwedî sûretekî ku hebûna wê tê qebûkirin. Sedema serneketina raperîna Kurdan ew bû ku Rêbertiyeke wan nebû ku pêşengiyê li wan bike her wiha ne xwedî îdeolojiyeke netewî jî bûn ku rêxistiniya netewî bike.Bi PKK’ê re her tişt guherî.’’

Devrîm got ya ku hêza jinê û bîreweriya azadiyê ya jinê derxistî holê milîtanbûna PKK’ê ye û got ,’’Mirov xwe li nav PKK’ê nas dike.Li cîhanê heke tevgerek hebe ku ev bi ser xistî ev jî PKK ye. Em şervanên jin ên li nav PKK’ê me her demê têkoşîna vê da û em ê bidin jî. Her demê em li cem gelê xwe ne. Îro şertên şoreşê gihaştine. Rêbertiya me, paradigmaya me û felsefeya me heye, tevgera me tim li cem gelê me ye. Em şervanên PKK’ê soz didin ku xeyalên şehîdên şoreşa Kurdistanê bi cih bînin.’’

Gerîla Armanc Devrîm diyar kir li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê êrîşên dermirovî û derexlaqî hene û got, ‘’Ji ber serfiraziya berxwedana gerîla, vî şerî dişkîne, rê û rêbazên ku şer bişkînin gerîla datînin holê êrîşên bi çekên kimyewî tînn. Di vê pêvajoyê de yek ji geşedana girîng jî ew e ku gelê me dilsoziya xwe ya bi gerîla nîşan bide û vê dilsoziya xwe li kuçeyan bi çalakiyan nîşan bide. Gelê Kurd li dijî zextên dijmin her demê bûye xwedî berxwedaneke giramgir û wê bibe jî. Ên ku dîktatorên ku ji wan weye pir xurt in jî tînin xarê gel in. Rejîma qirker a faşîzma AK-MHP’ê divê ti rengî neyê qebûlkirin. Gelê me di rewşa xweparastinê de, xasma jî ciwanên Kurd divê bi wê çalaki û bîreweriyê be ku van polîtîkayan pûç bike.’’

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv