Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

Gerîla bi berxwedanê bersiv didin bangên ‘teslîmiyetê’

 

BERXWEDANA DÎROKÎ YA MAMREŞO
GERÎLA BI BERXWEDANÊ BERSIV DIDIN BANGÊN “TESLÎMIYETÊ”

23’yê Nîsanê dewleta Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrişeke berfireh a dagirkeriyê kir.

Li Metîna Girê Zendûra, li Zapê Kela Bêdewê û li Avaşînê Girê Mamreşo weke hedefên pêşî danîbûn pêşiya xwe.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bi taybetî bal kişandibû ser êrişa li dijî Mamreşo.

Û diyar kiribû, ku dewleta Tirk li dijî gerîlayên li wir berxwedaneke dîrokî dikirin, çekên kîmyewî bi kar anîn.

Weke Mûrat Karayilan gotî, bi dîmenan asta vê îradeya ji pola derket holê.

Eskerên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi her cûre qirêjiyê berê xwe dabûn gerîlayên li Mamreşo banga teslîmiyetê li wan dikin.

Eskerê Tirk: Teslîm bibin, wê dewlet zirarê nede we.

7 gerîlayên bi pêşengiya Kamûran Alpsar bi nasnav Serhat Giravî li ber xwe didin jî bi berxwedanê bersiv didin vê bangê.

Ji ber vê yekê artêşa dagirker bi gazên jahrê yên kîmyewî êrişî tunela şer dike.

Di vê berxwedana dîrokî de gerîla Serhat Giravî, Rûken Zagros, Sarya Diyar, Canfeda Hesekê, Xebat Aso, Zafer Tolhildan û Kamûran Amed 10 rojan destan nivîsandin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv