Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gergerlîoglu peyamek şand: ‘Ez ê di her şert û mercî de vî gelê bi rûmet biparêzim’ 06.04.2021

 

GERGERLÎOGLU PEYAMEK ŞAND
“EZ Ê DI HER ŞERT Û MERCÎ DE VÎ GELÊ BI RÛMET BIPARÊZIM”

Parêzer Bişar Abdî Alinak li girtîgeha Sîncanê a tîpa F hejmar 2 serdana wekîlê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu kir.

Parîzer Alinak li ser hisabê xwe yê tweetterê diyar ku tenduristî û moralê Gergerlîoglu baş bûye.

Li aliyê din li ser hisabê Omer Faruk Gergerlîoglu jî hin peyam hatin weşandin.

Gergerlîoglu bi peyamên xwe sekna xwe ya berxwedêr domand û got:

“Ji bo min xeman nexwin. Ez li ser piya me, moralê min pir baş e. Ezê enerjiyê bidim we.

Di esasê xwe de ez di vê têkoşînê de bi tenê neferek im. Pergala wan a tirsî ku di ser min de dixwestin berbelav bikin çawa ku berê li îradeya gel qelibî niha jî wê di wîjdan vî gelî de têk biçe. Moralê xwe xera nekin.

Ez di deftera birayekî xwe yê ji Zanîngeha Bogazîçiyê de dinivîsim. Wî digot; “Li girtîgehê hûn ê me bi bîr bînin.” Weke ku wî dilê xwe diyariyê min kiribe. Defter biçûk e lê nirxê xwe yê manewî bê qiyas e.

Kurê min Salih dema wan ez li erebê siwar dikirin, got; Bavo xeman nexwe em ê jî li ser rêya te bimeşin.” Ev besî min e. Ew zalim û zorbe ne, lê em jî bi sebr, bi edalet û xwedî wîjdan in.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv