Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gelo wê dewleta tirk eskerên xwe ji axa Iraqê vekişîne? 10.04.2021

 

BIRYARA AMERÎKA Û IRAQÊ YA DERXISTINA HÊZÊN BIYANÎ
GELO WE DEWLETA TIRK ESKERÊN XWE JI AXA IRAQÊ VEKIŞÎNE ?

Roja 7’ê Nîsanê di navbera Amerîka û Iraqê de li ser rewşa li herêmê bi riya vîdeo konferansê pêk hat.

Wezîrê Karê Derve yê Emerîka Antony Blinken û hempîşeyê wî yê Iraqê Fuad Hisên di konferansê de amade bûn.

Her wiha nûnerên hikûmeta Herêma Kurdistanê jî beşar bûn.

Di konferansê de biryar hat girtin ku hemû hêzên biyanî ji xaka Iraqê derkevin.

Ji bo pêkanîna van biryaran wê komisyonek were amade kirin.

Ev biryar hebûna Tirkiyê ya li ser xaka başûrê Kurdistanê ji nêz ve eleqeder dike.

Gelo Dewleta Iraqê wê bi kijan rêbazan hêzên dewleta Tirk yên li başûrê Kurdistanê derbixe.

Artêşa Tirk nêzî kûrahiya 40 kîlometreyan li li ser xaka fermî ya Iraqê 38 deverên cuda barageh ava kirine.

Ev baregehên leşkerî bi giranî li der dora Dihok, Hewlêr û Mûsilê ne û bi qasî 10 hezar esker lê dimînin.

Îraq ne cara yekeme biryareke wisa digire.

Beriya niha di sala 2015 û 2017’an de hem Parlementoya Başûrê Kurdistanê hem dewleta îraqê ji Tirkiyê xwestibû hemû hêza xwe ji xaka wê vekşîne.

Lê ev biryar û daxwaz ti carî di piratîgê de pêk nehatin, tam berovajî artêşa tirk baragehên nû ve kirin û hewl da heremên nû dagir bike.

Dewleta tirk ji sala 1994’an ve li Başûrê Kurdistanê û Irqaê dest bi avakirina baregehên eskerî kir.

Armanca wê ya esasî ewe ku pêşî li sitatuya û destkeftiyên kurdan bigire û heremê dagir bike.

Bi hinceta êrişên li dijî gerilla, gundan dide ber bombeyan. Heta niha bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da

Di dema wan êrişan de ne rêveberiya PDK’ê û YNK’ê ne jî hukumeta Îraqê ti caran Dewleta tirk şermezar nekirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv