HÊRSA LI DIJÎ ÊRIŞ Û DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK
PÊKHATEYÊN EYN ÎSA BI MEŞEKÊ SILAV DAN BERXWEDANA GERÎLA
Pêkhateyên Eyn Îsa bi meşekê êrişên dagirkeriyê û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re protesto kirin.
Meşê ji gundê Bexdikê pêk hat..
Piştî meşê rêvebera saziya malbatên şehîdan Dicle Bozî axivî û silav da berxwedana gerîla..
Dicle Bozî da anîn ku ew ê têkoşîna xwe mezin bikin û dagirkeriyê têk bibin.
HÊRSA LI DIJÎ ÊRIŞ Û DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK
LI SER DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK LI GERMIYAN PANELEK HAT LIDARXISTIN
Bi dirûşmeya ‘Em ê bi yekîtî û têkoşînê dagirkeriyê têk bibin’ li Germiyanê panelek hate lidarxistin.
Panel ji aliyê Eniya Niştimanî ve hat organîzekirin û nênerên gelek sazî û rêxistinan beşdar bûn.
Beşdaran bi berferihî behsa pîlana dewleta Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê kir..
Û ji bo pêşî li êriş û dagirkeriyê were girtin îşaret bi girîngiya Yekîtiya Netewî kirin…
PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
LI MARSÎLYA CIWAN LI DIJÎ TECRÎD Û DAGIRKERIYÊ LI QADAN BÛN
Kurdistaniyên li Ewrûpayê bi ‘Pêngava Dem Dema Azadiyê ye’ çalakiyên xwe dewam kirin.
Aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Fransayê Marsîlyayê çalakiyek pêk anîn..
Ciwanên ku li balafirgehê li hev civiyan bi siloganan hêrsa xwe ya li dijî êriş û tecrîdkirina rêber APO anîn ziman.
Di çalakiyê de bang li hêzên navneteweyî hat kirin, zextê li dewleta Tirk bikin.
Da ku dawî li êrişên xwe yên li dijî gelê Kurd û Kurdistanê bîne.