Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Geir Pedersen: ‘Der barê Sûrî de dixwazim dîyalogek nû ya navnetewî pêk bînim’

 

NUNERÊ TAYBET Ê NETEWEYÊ YEKBÛYÎ GEIR PEDERSEN
‘DERBARÊ SÛRÎ DE DIXWAZIM DÎYALOGEK NÛ YA NAVNETEWÎ PÊK BÎNIM’

Geir Pederson ev îtiraf di civîna Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de anî ziman.

Pedersen got: “Ez texmîn dikim ku di vê mijarê de em hemû bê hêvî ne.

Pederson da zanîn, ew dixwaze derbarê Sûriyê de diyalogek navnetewî ya nû pêk bîne.

Bi vê yekê aliyan bikşîne ser masê û pêngavên berbiçav nîqaş bikin.

Heta niha kaşo xebatên ji bo destûra bingehîn di navbera Îran, Rûsya û Tirkiyê de dihat kirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji derveyî hewldanên çareseriyê hatibû hiştin.

Lewra Rêveberiya xweser diyar kiribû ku wê hevdîtinên beyî nûnerên rasteqîn ên gelên li sûriyê bê encam bimînin.

Pedersen destnîşan kir ku wê di hefteya pêş de li Romayê bi tevlîbûna Wezîrên Karên Derve têkildarî Sûrî civînek bê lidarxistin.

Pederson da zanîn ku piştî civînê wê biçe Moskowayê û û têkildarî mijarê bi rayedarên Tirk û Îranê re hin hevdîtin pêk bîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv