GARDIYAN GEF LI LEYLA GUVEN XWAR
PARÊZERÊ WÊ GILIYÊ GARDIYAN KIR
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li girtîgeha Xarpetê, gardiyan gef lê dixwe.
Di ser de rêveberiya girtîgehê li Leyla Guven 11 meh cezayê hucreyê birîn.
Sedema gefxwarin û cezayê hucreyê ji ber ku destê Leyla Guven di berîka wê de bûn.
Leyla Guven tevî parêzerê xwe serî li Dadgeriya Înfazê ya Ceza dan û biryar îtiraz kirin.
Ji parêzerên wê Serdarê Çelebî îşaret bi cezayê li muvekkîla wî hatiye birîn kir û got;
Îdiaya gardiyan ev e; ‘Destê wê di berîka wê de bû. Guman li min peyda bûn. Lewma min xwest destên xwe ji berîka xwe derxe.
Ev ne raste, em dizanin bê girtîgeh çawa tên parastin.
Di ketin û derketinê de hemû girtî ji cîhaza x-rayê re derbas dibin.
Ne mumkine kesek tiştekî bixe hundir an derxe.
Ji ber wê pir eşkereye ku gardiyan hezm nekiriye û xwe wekî nûnerê dewletê hesibandiye û bi kêfî tevgeriyaye.
Parêzer Serdar Çelebî her dawî diyarkir ku wan li Serdozgeriya Xarpetê gilîyê gardiyan kiriye.