Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fûat Kav: Sînan Dersim

 

SÎNAN DERSIM
FÛAT KAV / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Di nava me de yê herî xurt bû. Ji me hemûyan zêdetir xebitî û zêdetir lêhûrbûna wî hebû. Ji me hemûyan zêdetir keda wî di şoreşê de hebû. Her wiha beriya me hemûyan dest avêt xeleka serkeftinê.

Sînan Dersim ango bi navê wî yê çiyê Sînan Mîrxan. Ew şoreşgerê hevpar yê jiyan û xebatê bû. Bêteredut mirov dikare jêre bêje zarokê zêr. Şexsiyetek kûr û zana bû. Ji her tiştî re her tim amade bû. Wekî din her tim xwedî pratîkek serketî bû. Wekî çemekî diherikî. Wekî Firatê bi lez û bez bû. Wekî Dîcle jî hêmin bû. Afrîneriya wî jî ji vê dihat. Ji ber vê yekê ti carî nesekinî. Fikrên wî yên afrîner hebûn. Bi zîrekiya xwe ji her karî bi serketî derdiket. Tecrubeyên xwe bi hevalên xwe re parve dikir.

Gotin û sekna wî hevdû temam dikir. Wî jî berxwedêriya Dersimê, rastiya Elewîtiyê, felsefeya heqîqetê û nêrîna Apocîtiyê di şexsiyeta xwe de kiribû yek. Kesayetek xwedî bawerî bû û tişta jê bawer dikir pêk dianî. Heta serketinê dixebitî. Wî digot bawerî mirovan dibe serketinê. Qelsiya şoreşgerekî qebûl nedikir. Wî digot divê di her mijarê de em serketî bin. Bi mejî, fikir û aqlê xwe em serketî bin.

Ew rêwiyek heqîqetê bû. Ji Dersimê heta metrepolên Tirkiyê, ji Romanya heta navenda Ewrûpayê û ji Ewrûpa heta çiyayên azad ên Kurdistanê nesekinî û dewam kir. Ti carî negot ez westiya me. Wî ji wê riyê bawer kir û meşiya. Her ku meşiya rê vekir. Xwediyê ked û baweriyê bû. Ji bo vê yekê jî her tim xebitî. Kesên tasfiyekar dîtin, lê li wan nenêrî û guh neda wan. Di jiyana xwe ya şoreşeriyê de her tim zelal bû. Bi şev û roj xebitî. Li ku derê kêmasiyek hebûya li wê derê amade bû. Şoreşgerekî bi fedekariya xwe dihat naskirin.

Apociyek fedayî bû. Ev fedayîbûn ne tenê ji aliyê fîzîkî bû. Ya herî girîng wî tevahiya hêza xwe xistibû xizmeta şoreşê. Şoreşgerekî bi hurmet û rêzdar bû. Her kesî hez jê dikir. Her kesî dixwest bi wî re bixebite û li cem wî be. Ji ber ku ew li gorî rihê hevaltiyê xebitî. Li cem wî her tişt çareser dibû. Rast rûdinişt û rast diaxivî. Jiyana wî paqij, sade û xweş bû.

Li navenda pergala kapîtalîzmê li dijî wê xebitî. Bi salan li Ewrûpayê xebitî. Mezin fikirî û mezin xebitî. Berpirsiyariyên mezin girtin ser milê xwe. Bû xwedî wê kedê ku bandorê li şoreşa Kurdistan û Tirkiyê bike. Di tevgera azadiyê de berpirsiyarên mezin girtin ser milê xwe. Ji bo ku tola komkujiyên Qoçgirî, Şêx Seîd, Agirî û Dersimê hilîne bû şûrê tolhildanê. Ew hê jî bi me re ye. Ew hê jî fermandar û şoreşgerekî mezin e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv