Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fîlîz Aslan, bi nasnav Leyla Agirî: Jina serhildêr a Serhedê

 

FÎLÎZ ASLAN-LEYLA AGIRÎ
JINA SERHILDÊR A SERHEDÊ

Weke çiyayekî hevrêya çiyayê Agirî…

Filîz Aslan bi nasnav Leyla Agirî ye.

Li navçeya Wanê Qelqeliyê sala 1972’yan ji dayîk bû.

Zaroka 7’an a Ano û Mihemed bû.

Navê wê Filîz danîn.

Weke navê xwe, bû nûnerek ji bişkivandina jiyana azad.

Li Qelqeliyê, ku weke cihêrengiya gelan bû mezin bû.

Hê di zarokatiya xwe de 4 salî ji dest û mil bû.

Dayîka wê Ano jiyana xwe ji dest da.

Lê vê yekê têkoşeriya wê ya jiyanê xurttir kir.

Dema weke gelek malbatên Kurd berê wan kete Stenbolê hê 18 salî bû Leylaya Serhedê.

Çiqasî mezin bû, zêdetir bû şahidê pergala xwînmij a dagirkerî û mêtîngeriya Tirk.

1993’yan ji Stenbolê li otobûseke diçe Serhedê siwar bû.

Û rêwîtiya wê ya herî demdirêj a Leylayê bi vî rengî dest pê kir.

Rawestgeha wê ya pêşî çiyayê Agirî bû, ku dagirkeriyê li wir “Kurdistana Xeyalî hatiye binaxkirin” nivîsandibû.

Salên wê yên pêşî di gerîlatiyê de li herêma Tendurekê derbas bû.

Li vir navê çiyayê Agirî li navê xwe zêde kir.

Ji Agirî, Tendurekê, heta Rojhilat, heta Qendîlê û Zagrosan bû pêşenga têkoşîna azadiyê ya jinê û Kurdistanê.

Piştî beşdariya xwe bi 3 salan, hesreta dilê xwe da der û berê wê ket qada Rêbertiyê.

Li vir Rêber Apo nas kir.

Her gava di rêwîtiya têkoşîna azadiyê de çi hêsan çi zehmet, bi serketinê avêt.

Soza ku dayî Rêberê xwe heta kêliya dawî ya jiyana xwe bi cih anî.

Salên dirêj ji gerîlayan re fermandarî kir.

Di xebatên Jineolojiyê yên PAJKê de cihê xwe girt.

Leyla Agirî heta kêliya dawî ya şoreşgeriya xwe, bû nûnera xeta azadiya jinê ya Apoyî, ku ji Sakîne Cansizan heta xwe gihandî ye roja me.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv