GELO DIXWAZIN JEHRÊ BIDIN ÇALAKVANÊN LI ZINDANÊN PDK’Ê
JI REWŞA ÇALAKVANÊN LI BEHDÎNANÊ YÊN GIRTÎ FIKAR TÊ KIRIN
Li gorî nûçeya Azad Xoşnaw a di ANF’ê de ku dispêre agahiyên Parlamenterê berê yê parlamena Herêma Başûrê Kurdistanê Soran Omer;
“Li ser paşeroja çalakvanên Behdînanê yên niha di girtîgehê de ne, metirsî heye.
Çavkaniyên taybet ên herêmê îdîa dikin ku bi rêya ava vexwarinê cûreyekî jehrê wê bidin çalakvanên girtî û demeke kin piştî ji hepsê bên berdan wê jiyana xwe ji dest bidin.
Soran Omer têkildarî mijarê vê hişyariyê dike:
Erka her kesî ye ku ji bo siheta jiyana çalakvanan û azadiya wan zextê zêde bike.
Soran Omer bibîr dixe ku çalakvan û rojnamevanên Behdînanê bê darizandin li zindanê tên ragirtin û dibêje:
Ezê têkildarî hewldanên metirsîdar ên li dijî van çalakvanan navendên çavdêriya mafê mirovan ên derveyî Kudistanê agahdar bikim.
Soran Omer bi bîr dixe ku jehrîkirina muxalifên siyasî li Başûrê Kurdistanê ne rêbazeke nû ye, desnîşan dike ku heta niha gelek kes bi vî awayî hatine qetilkirin.