Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ferzende Mûnzûr: Di Şexsê PKK’ê de li dijî Kurda Zilmê Pêk Tînin

 

DERXISTINA PKK’Ê JI “LÎSTEYA TERORÊ”
FERZENDE MÛNZÛR: DI ŞEXSÊ PKK’Ê DE LI DIJÎ KURDA ZILMÊ PÊK TÎNIN

Kampanya ji bo PKK’ê ji “lîsteya terorê” bê derxistin dewam dike.

Înîsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî beşdariya xwe ya li kampanyayê ragihandibû.

Di çarçoveya kampanyayê de Înîsiyatîfa Gel li gelek deverên herêmê çalakiyan li dar dixe.

Çalakî bi dirûşma “Na ji terora navnetewî ya li ser PKK`ê re, PKK vîna gelê Kurd e, divê ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin” pêk tên.

Berdevkê Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferzende Munzur têkildarî kampanyayê ji ANHA’yê re axivî.

Ferzende Mûnzûr diyar kir ku di şexsê PKK’ê de li dijî gelê Kurd zilmek heye.

Ferzende Mûnzûr bal kişand ser têkoşîna PKK’ê jî.

DERXISTINA PKK’Ê JI “LÎSTEYA TERORÊ”
MIHEMED NESREDÎN: DEWLETA TIRK LI DIJÎ GELÊ KURD TERORÊ PÊK TÎNE

Siyasetmedarê Kerkûkî Mihemed Nesredîn jî têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî.

Mihemed Nesredîn wiha got:

Dewleta Tirk li tevahî Kurdistanê û bi taybetî li Bakurê Kurdistanê li dijî gelê Kurd terorê dike.

Têkildarî derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê jî Mihemed Nesredîn wiha axivî.

“Derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê tê wateya rewadîtina têkoşîna gelê Kurd.

Lewma li seranserî Kurdistanê piştewaniya ji bo vê kampanyayê erkeke exlaqî ye.”

Siyasetmedar Mihemed Nesredîn banga xwedîderketina li têkoşîna PKK’ê li gelê Kurd hemûyî kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv