Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

Fermandariya qada Metînayê: Çekdarên PDK’ê ji 2 baskan ve êrişî hêzên gerîla kirin

 

FERMANDARIYA QADA METÎNAYÊ:
ÇEKDARÊN PDK’Ê JI 2 BASKAN VE ÊRIŞÎ HÊZÊN GERÎLLA KIRIN

Fermandariya HPG’ê ya qada Metînayê li ser bûyera ku li herêmê rû dayî, daxuyaniyek da.

Fermandariyê da diyarkirin ku hewldana êrişê ji aliyê hêzên PDK’ê ve destpêkiriye û ev agahî bi raya giştî re pave kirin:

Saet 4’ê sibê hêzên PDK’ê ji 2 milan ve êrişî Girên Çarçel û Hekkarî yên herêma Metînayê kirin.

Li gel her baskekê êrişê 50 wesayîtên zirxî hebûn.

Ji bo ev hêz nekivin bendera di navbera herdû giran de, gerîlla ew hişyar kirin.

Bi vê armancê çend gulle li hewayî hatin reşandin.

Lê tevî vê yekê jî hêzên PDK’ê di pozîsyona êrişê de tevgera xwe dewam kirin.

Fermandariya Qada Metînayê bi bîr xist ku devera bûyer lê rûdayî, ji sivîlan xalî ye û 25 salin ti hêzeke pêşmergeyan li wir bicih nebûye.

FERMANDARIYA QADA METÎNAYÊ:
ALIYÊN KU ÇEKDAR ŞANDIN HERÊMÊ JI ENCAMÊ BERPIRSIYAR IN

Li van herêma piranî hêzên gerîlla hene.

Li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk, derdora baregehên gerîlla hatina mayînkirin.

Tevî ku ev rewş ji aliyê PDK’ê ve baş tê zanîn jî çekdarên wan xwestin bikevin herêmê.

Di wan kêliyan de teqîn çêbûn û heta niha sedem ji aliyê me ve nehatiye tesbîtkirin.

Ziyanên canî yên di bûyerê de rû dane ji bo me cihê xemgîniyê ye.

Divê were zanîn ku kesên ew hêzên şandine herêmê ji encamê berpirsiyar in.

Fermandariyê bi bîr xist ku 43 roj in li deverên Kêste û Zendûra berxwedaneke dîrokî li dijî artêşa dagirker tê meşandin û wiha dewam kir:

FERMANDARIYA QADA METÎNAYÊ:
TEVGERA DAWÎ TENÊ XIZMETÊ DIDE ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK

Di wexteke wiha dîrokî de, ajotina komên çekdar bi ser hêzên gerîlla, tenê tê wateya xizmeta dewleta dagirker.

Diyar e ku armanca ji vê tevgerê ew e ku dor li gerîlla were tengkirin.

Divê were zanîn ku gerîllayên me bi ti awayî hêzên PDK’ê nekirine hedefa êrişan.

Piştî vê bûyerê, çekdarên PDK’ê ketin pozîsyona êrişa li dijî gerîlla û ev rewş hê jî dewam dike.

Ev helwesta PDK’ê yekser rê li ber wê yekê vedike ku di navbera hêzên Kurd de şer peyda bibe.

Di encamê de wê zera li doza Kurd û Kurdistanê bibe.

Em dûbare teqez dikin ku gerîlla ti carî wê rê nede vî şerê bê xêr.

Yekane armanca me têkbirina êrişên dewleta Tirk a dagirker e û parastina Kurdistanê ye.

Bi vê bîr û baweriyê, em bang li PDK’ê dikin da ku dest ji vê helwesta xwe berde.

Daxwaza me ji xelkê me ê Behdînanê û hemû hêzên siyasî jî ew e ku berpirsiyariyên xwe bicih bînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv