Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fermandariya Giştî ya YPG’ê Şehîd Xebat Dêrik bi bîr anî

 

FERMANDARIYA GIŞTÎ YA YPG’Ê ŞEHÎD XEBAT BI BÎR ANÎ:
EM Ê LI SER ŞOPA FERMANDARÊ XWE BIMEŞIN Û XEYALÊN WÎ PÊK BÎNIN

Fermandariya Giştî ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî fermandar Xebat Dêrik di salvegara 11’an a şehadeta wî de bi bîr anî.

Fermandariyê rola pêşeng ya Xebat Dêrik ya di avakirina hêzên parastina Rojava de bi bîr xist û wiha got:

Fermandar Xebat di têkoşîna azadiya Kurdistanê de, li gelek qadên berxwedanê maye û bi lehengî şer.

Bi destpêkirina şoreşa Rojava re, bû yek ji pêşengên têkoşîna azadiya gelên herêmê.

Fermandariya YPG’ê diyar kir ku di qonaxa pêşî ya şoreşa Rojava de, pêwîstî bi avakirina hêza xweparastinê hebû û wiha dewam kir:

Xebat Dêrik li gel komek hevalên xwe bi erka avakirina hêza parastinê rabû.

Li ser vî esasî bi sedan ciwan birêxistin kirin û saziyên leşkerî ava kirin.

Bi vê gavê, hîmê avakirina hêza niştimanî hat danîn.

Fermandar Xebat bi damezirandina Yekîneyên Parastina Gel YPG’ gavekî dîrokî avêt.

Fermandariyê ragihand ku şehadeta Xebat Dêrik hişt ku biryardariya mezinkirina hêza parastina Rojava xurtir bibe û wiha got:

Şervanên me li ser şopa şehîd Xebat têkoşîna xwe domandin û di parastina nirxên gelan de canê xwe feda kirin.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got;

Em careke din soza xwe nû dikin ku em ê armanc û daxwazên şehîdên xwe bi Kurdistana azad pêk bînin.

Banga me ji hemû ciwanên Rojava heye ku xwedî li keda şehîdên xwe derkevin û rê nedin dagirkerên Kurdistanê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv