FERMANDARIYA GIŞTÎ YA QSD’Ê:
ŞEHÎDKIRINA FERMANDAR Û RÊHEVALÊN ME WÊ BÊ BERSIV NEMÎNE
Fermandariya Giştî ya QSD’ê, têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Buroya Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê daxuyaniyek nivîskî da.
QSD’ê êrişên dewleta Tirk a dagirker ku di demên dawî de pêk aniye yek bi yek bibîr xist û bal kişand ser mîsyona hêzên Amerîkî û Rûsî yên li herêmê.
“Piştî dagirkeriya dewleta Tirk a li Serêkaniyê û Til Ebiyadê, bi misogerkirina DYA û Rûsyayê pêvajoyekî agirbestê ketibû rojevê. Lê belê tu caran dewleta Tirk bi vê agirbestê ve girêdayî nema û bi her şêwazî êrişên xwe li ser gelê me berdewam kir.”
Di daxuyaniyê de QSD’ê bal kişand ku garantorên agirbestê yên wekî Amerîka û Rûsya, bi bê dengî û helwesta xwe cesaret didin dewleta Tirk.
FERMANDARIYA GIŞTÎ YA QSD’Ê:
ÊRIŞ DIDIN XUYAKIRIN KU DEWLETA TIRK QONAXEKE NÛ DAYE DESTPÊKIRIN
QSD destnîşan kir ku bi van êrişan dewleta Tirk dide xuyakirin biryareke nû daye û ketiye qonaxeke nû.
“Em wekî QSD’ê ji roja destpêkê heta niha çawa ku me gelên xwe û hemû herêmê ji terora DAIŞ’ê parast û paqij kir, ji vir û şûn de jî bi rûh û îradeyekî ji pola em ê li hemberî van êrişên dagirkeriyê bê deng nemînin. Şehadeta van fermandar û şervanên me yên hêja, wê bê bersiv nemîne.”
Herî dwaî jî QSD’ê serîde malbatên şehîdan ji gelên Bakûr-Rojhilatê Suriyê hemû re sersaxiyê xwest.