Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Yja-Starê Şîlan Goyî bi bîr anî

 

 

 

Fermandariya biryargeha navendî ya YJA-Starê şehadeta fermandar Şîlan Goyî ragihand.

Ji fermandara YJA-Starê Şîlan Goyî 8’ê cotmehê di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû.

YJA Starê di daxuyaniya xwe ev peyam da.

Weke YJA-Star soza me ew e ku em ê tola hevrê Şîlan û tevahiya şehîdên xwe hilînin.

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA YJA-STAR’Ê ŞÎLAN GOYÎ BI BÎR ANÎ
YJA-STAR: RÊHEVAL ŞÎLAN FERMANDAREK WÊREK Û KÊRHATÎ BÛ

Fermandariya biryargeha navendî ya YJA Starê bi daxuyaniyekê şehadeta fermandara YJA-Starê Şîlan Goyî ragihand.

Di daxuyaniyê de li ser şehadeta fermandar Şîlan Goyî ev agahî hatin dayîn.

8’ê Cotmehê hevrêya me Şîlan ji bo tedawî û serdana xelkê wargehê bike, berê xwe da Mexmûrê.

Di rê de artêşa Tirk a dagirker li dijî wê êrişêke hewayî pêk anî û şehîd bû.

Nasnameya fermandara YJA-Starê wiha ye:

Taybet Bîlan bi nasnav Şîlan Manî Goyî li gundê Hilal ê girêdayî Qilabanê ji dayîkbûye.

Fermandariyê peyam da ku ew ê bi xurtkirina têkoşîn û berxwedanê tola şehîdan rakin.

Û têkildarî kesayet û têkoşîna fermandar Şîlan Goyî de ev nirxandin kir:

Hevrê û fermandar Şîlan li nav malbateke şoreşger a Botanê ji dayîkbû.

Gelê Botanê û bi taybetî eşîra Goyiyan ji bo ku têkoşîna azadiyê bi serkeftinê tacîdar bibe her cure fedakarî kir.

Şîlan jî di temenekî ciwan de da ser şopa lehengên Botanê

Meşa gerîlatî û têkoşînê ya Şîlan jî di sala 1999’an dest pê kir.

Bi salan li qadên herî dijwar ên şer cih girt û weke fermandar bi erka pêşengiyê rabû.

Bi taybetî di artêşbûna jinê û pêşketina tevgera azadiyê ya jinên Kurd de xwedî rol û têkoşîneke mezin bû.

Di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê de berê xwe da Kobanê û wek fermandar pêşengî ji berxwedana wir re kir.

Li Kobanê bi giranî birîndar bû.

Beyî tedawiya wê biqede dîsa berê xwe da qadên şer.

Ew bi ked, dilsozî û wêrekiya xwe fermandara çiyayên Kurdistanê bû.

Fermandara gerîla, pêşenga doza welatê xwe herî dawî li Garê bû û di serfiraziya li wir de bi roleke pêşeng rabû.

Li pey xwe mîrateyeke mezin û şopeke dîrokî hişt.

Fermandariya biryargeha navendî ya YJA-STAR’ê wiha dawî li daxuyaniya xwe anî:

Dijmin çiqas bi dijwarî êriş bike jî, li pêşberî milîtaniya fedayî ya têkoşîna me, mehkûmî têkçûyînê ye.

Weke YJA-Star soza me ew e ku em ê tola hevrê Şîlan û tevahiya şehîdên xwe hilînin.

Gelê me yê bi rûmet û welatparêz wê têkoşînê xurtir bike û xwedî li bîranîna van keç û xortên xwe yê leheng derkeve.

Di serî de malbata me ya hêja , ji xelkê Botan û tevahiya welatparêzên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv