Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fermandarekî teqawit: ‘Çekên Kaolîsyonê dane, hatine veşartin’

 

Fermandarê berê yê pêşmergeyan Ekber Ênaxî diyar kir beşek ji çekên Kaolîsyona navnetewî dane Hkûmeta Herêmê nadin pêşmergeyan û got: “Çekên koalîsyon dide Hikûmeta Herêmê ji aliyê hizban ve hatine desteserkirin û li cihekî veşartine. Gelo van çekan ji bo kengê rakirine?”.

Fermandarê Fermandariya Pêşmergeyan yê berê Ekber Ênaxî ku niha li Helebceyê dimîne û fermandarekî teqawide  û berpirsê Pêşmergeyên Dêrîn yê Helebceyê ye têkildarî êrîşên DAIŞ’ê û têkoşîna dijî çeteyan ji ajansa me re nirxand.

Ênaxî diyar kir divê pêşmerge bi taktîka partîzanî li dijî DAIŞ’ê şer bike û got: “Pêwîste em weke pêşmerge bi şêwazê partîzanî li dijî terorîstên DAIŞ’ê bisekinin. Piraniya pêşmergeyên Dêrîn şerê partîzanî dizanin, divê bi wan bişêwirin û nêrîna wan di vê derbarê de bigirin.”

Têkildarî ew çekên ku Hevpeymaniya Navnetewî ji bo şerê dijî DAIŞ dane Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî Ekber Ênaxî got: “Çek bi awayeke ne dadperwerane dabeşkirine li ser Tugayên (lîwa) û hêzan. Li gorî agahiyên ku me girtine hinek ew çekên pêşketî ku hatine girtin, ji aliyê hizban ve hatine girtin û nedane  pêşmergeyan û li ciheke din rakirine. Lê di rastiyê de diviyabû ev çekane li gel pêşmergeyanba.

Têkildarî destwerdana partiyan li karên Wezareta Pêşmergeyan jî Ekber Ênaxî wiha axivî: “Ferzkirina desthilata hizb li ser hikûmet û Wezareta Pêşmerge rewşê xirap kiriye. Ji ber niha hizb dest daniye ser Wezareta Pêşmergeyan.”

Fermandarê berê yê pêşmergeyan Ekber Ênaxî li ser çekên hevpeymanî ji bo hikûmetê dane jî van zanyariyan da: “Agahî li ber destê min heye, çekên gelek baş li ciheke din veşartine. Wan çekan ji bo kengê radikin? Pêwîste êdî biryareke cidî bidin. Ji ber şer destpêkiriye û berê DAIŞ êrîşê artêşa Iraq dikir. Lê niha êrîşê pêşemrge û xelk dikin. Divê ev pirsgirêk were çareser kirin.”

Çeteyên DAIŞ’ê di nava du hefteyan de 25 welatî li herêmên Germiyan, Mexmûr û Kerkûkê şehîd xistin. Êrîş berdewam dikin. HPG jî ragihand ew amadene gel li hember êrîşên DAIŞ’ê biparêzin.

PDK heya niha bi nirxê milyonan dolar çek û wesayîtên leşkerî yên koalîsyona navnetewî dane pêşmergeyan li Herêmên Parastinê yên Medyayê bicih kiriye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv