FERMANDARÊ ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ
MEHMET CAN GURHAN – REŞÎD SERDAR
Serdar…
An go serfermandar, pêşeng… pêşawa.
Ew Serdarê çiyayên bilind bû, ku Skenderê mezin ê ji Yûnanistanê heta Hindistanê împeratoriyeke mezin ava kirî û nekarî bikeve wan çiyayan.
1973’yan li gundê Êrsê yê navçeya Sêrtê Dihê ji dayîk bû.
Di nava malbateke welatparêz de mezin bû.
Zarokekî şerker û serhildêr ê weke erdnîgariya lê mezin bûyî bû.
Piştî beşdarî nava refên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bû, navê fermandar Reşîd hilgirt ser milên xwe.
Êdî ew gerîlayê Artêşa Rizgariya Kurdistanê-ARGK’ê bû.
1997’an çû cem Rêber Apo û perwerdeya xwe girt.
Ew li her dera çiyayên Kurdistanê fermandarekî pêşeng bû.
Devera ku dewleta Tirk a dagirker herî zêde lê tedbîr girtî, ew bi hêzên xwe re li wir bû.
Fermandariya çalakiyên navdar ên Oremar, Bezelê û gelek deverên din kiribû.
Li Colemêrgê û navçeyên wê di bin fermandariya wî de salên 2011 û 2012’an gerîlayan derbên mirinê li artêşa dewleta Tirk a dagirker xistin.
Mehmet Can Gurhan bi nasnav Reşîd Serdar 18’ê Mijdara 2012’an dema Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê bû li qada Gerdiya ya navçeya Colemêrgê Şemzînanê şehîd bû.