Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Giştî

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê Îmad Meno: Li Serêkaniyê malek jî neketiye dest dijmin

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Serêkaniyê Îmad Meno got dagirker dixwazin bajêr bikin nav xelekê, gelek windahiyên artêşa Tirk û çeteyan çêbûye. Meno got li dijî êrîşan berxwedaneke bêhempa tê kirin.

 

 

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Serêkaniyê ku li eniya şer bi bêtêlê me xwe gihandiyê ji ajansa me re wiha axivî:

”Êrîşên dijmin çendî giran jî bin, ev gel ti caran wê serê xwe li ber dagirkeriyê û mêtingeriyê netewîne û van xakên pîroz bernede, ji bo rûmeta xwe heta dawiyê şer bike. Êrîş pir giran in lê li dijî vê hêzên me, şervanên me, gelê me jî berxwedaniyeke mezin dike. Berxwedaniyeke bêhempa tê kirin.”

HETA DILOPA DAWÎ YA XWÎNA XWE

 

Meno got artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dixwazin Serêkaniyê dorpêç bikin û domand, ”Dixwazin bajêr dorpêç bikin. Lê li dijî vê hêzên me şer dikin, li ber xwe didin. Heta niha neketine nav malekê jî. Ji Rojhilat û rojava dixwazin xetekê çêbikin û bajêr dorpêç bikin. Ev der qada şer e, şer li van deran heye. Hêzên me jî ji şevê dî ve çalakiyên karîger kirin. Hem li xeta Til Xelef û hem jî li xeta Mezrê çalakiyên karîger hatin kirin. Bi dehan mirî hene. Bi tanzêran miriyên xwe ji Serêkaniyê radikin. Hêzên me li ber xwe didin, ji şevê dî ve em operasyonekê dikin û niha şer giran e.

 

Me sozek dabû gelê xwe, em jî heta dilopa dawî ya xwîna xwe ji bo rûmeta gelê xwe şer bikin.”

Ev jî hatin dîtin

Nûçeyên Şevê

Stêrk Tv

7.00 Sterka Sibe 26.01.2022

Stêrk Tv

Rêber Apo: Divê PKK ji niha û şûnde rola xwe bi serkeftî pêk bîne

Stêrk Tv

Li ser medyaya dîjîtal wê kampanyaya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan’ dest pê bike

Stêrk Tv

لە هۆڵەندا ئاهەنگی کلتوری و هونەری کوردی ناونەتەوەیی بەڕێوەچوو

Stêrk Tv

18:45 Cenga Xabûr – Bager Başkale 22.09.2021

Stêrk Tv