Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fermandarê HPG’ê Egîd Civyan ku Şengal rizgar kir li Botanê di şer de şehîd bû 11.10.2020

 

ENDAMÊ KONSEYA ESKERÎ YA HPG’Ê EGÎD CIVYAN
FERMANDARÊ KU ŞENGAL RIZGAR KIR LI BOTANÊ DI ŞER DE ŞEHÎD BÛ

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel diyar kir ku 11’ê Îlonê li ser sînorê Wan-Şaxê ango li herêma Masîro bi Artêşa Tirk a dagirker re şer qewimî.

Di vî şerî de fermandarê ku li Şengalê dest li fermana êzidiyan werda endamê Konseya Eskerî ya HPG’ê û di heman demê de fermandarê qada Botanê Egîd Civyan şehîd bû.

Canfeda Goyî û Hebûn Girê Spî jî di heman şerî de gihîştin şehadetê.

Fermandariyê sersaxî ji malbatên şehîdan, xelkê welatparêz ê Gever û Botanê, hêzên gerîla û tevahiya Kurdistanê re xwest.

Navenda Parastina Gel bal kişand ser şerê ku 11’ê Îlonê qewimî û wiha got;

11’ê Îlonê di saetên sibê de li qada Masîro tevgera dagirkeriyê bi êrişên hewayî dest pê kir. Di êrişê de ti şehîd çênebûn. Hevalê me Egîd li qadê biryara çalakiyê wergirt û li dijî girê ku Artêşa Tirk koordîneya şer dikir çalakî pêk anîn. Di encama operasyona şoreşgerî de 10 leşkerên dagirker hatin kuştin, ku 5 ji wan payebilind bûn. Li dijî vê çalakiyê helîkopterên Kobra û êrişên hewayî çêbûn. Di encamê de Fermandar Egîd Civyan û fermandarên tîma gerîla Canfeda Goyî û Hebûn Girê Spî şehîd bûn.

Fermandariyê ragihand ku nasnameyên Canfeda Goyî û Hebûn Girê Spî beriya niha hatibû eşkere kirin û piştre agahiya şehadeta Egîd Civyan hatiye ji wan re.

Li gorî vê yekê;
Vahdettîn Karay bi nasnav Egîd Civyan li Colemêrgê ji dayik bûye, 11’ê Îlona 2020’an li Botanê şehîd bû.

Nasnav: Egîd Civyan

Nav paşnav: Vahdettîn Karay

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Hatîca-Sadûllah

Dem û cihê şehadetê: 11’ê Îlona 2020 / Botan

 

Fermandariyê diyar kir ku hevalê wan Egîd sala 1995’an dev ji zanîngehê berda û beşdarî nava refên gerîla bû. 26 salan li çiyayê Kurdistanê her tim li eniya pêş şer kir. Li Zagros û Botanê xebitî. Li Çarçela û Kato Jîrka bû fermandarê qadê. Sala 2013’an di pêvajoya vekişîna gerîlayan de hat herêmên parastinê yên Medya û di fermandariya veguhestin û îdareyê ya Bakurê Kurdistanê de cih girt.

Fermandariyê ragihand ku 3’ê Tebaxa 2014’an dema ku DAIŞ’ê êriş bir ser Şengalê, fermandar Egîd Civyan û hevalên xwe ji bo destwerdanê berê xwe dan Şengalê. Di bin fermandariya wî de êzidî ji qirkirineke mezin hatin rizgarkirin. Li aliyekî şerê li dijî DAIŞ’ê bi rêve dibir, li aliyê din ji bo rizgarkirina êzidiyan korîdorek bi Rojava re vekir û di nava 8 rojan de 150 hezar êzidî rizgar kir.

Fermandariyê anî ziman ku ji ketina bajêr heta rizgarkirina Şengalê rola Egîd Civyan heye û karê xwe serketî bi cih anî.

Fermandariyê got hevrê Egîd li ser şopa Mahsûm Korkmaz bû Egîdek û ew rihê wan ê fedayî fermaneke ji bo gerîlayên azadiyê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv