Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fermandarê Destana Garê Şoreş Beytuşşebap 23.02.2021

 

FERMANDARÊ DESTANA GARÊ
KAMÛRAN ATAMAN – ŞOREŞ BEYTUŞŞEBAP

1986’an li navçeya Şirnexê Beytûşebabê an go Elkê ji dayîk bû.

Li nav civak û malbateke welatparêz mezin bû.

Weke gelek zarokên egîd ên Kurdistanê dilê fermandar Şoreş jî timî ji bo beşdariya têkoşîna azadiya gelê xwe lê dida.

Dema bû 18 salî ji Botanê berê xwe da nava refên gerîla.

2004’an li Kato Marînosê bû gerîlayekî azadiya Kurdistanê.

Di navbera salên 2006 û 2011’an de li Herêma Botanê gerîlatî kir.

Di şerê li dijî dagirkeriya Tirk de birîndar bû, hevrêyên wî ew derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin.

Li vê derê di Akademiya Leşkerî de perwerde dît.

2014’an dîsa berê şoreşgerê weke navê xwe, ket Bakurê Kurdistanê.

Vê carê cihê wî Kato Jîrka ya li Eyaleta Wanê bû.

2015 û 2016’an li herêma Kato Jîrka bi erka xwe rabû.

Di zivistana 2016-2017’an de dewleta Tirk li dijî Kato Jîrka dest bi tevgereke berfireh a dagirkeriyê kir.

Li vê derê li dijî komeke gerîla ya fermandar Şoreş jî tê de teknîkeke zêde ya şer û çekên kîmyewî bi kar anî.

Fermandar Şoreş li şikeftekê 50 rojî li ber xwe da û êrişa dijmin têk bir.

Ji vir derbasî herêmên Besta û Cûdî bû.

2018’an li ser daxwaza xwe ya perwerdeyê dîsa derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû.

Kamûran Ataman bi nasnav Şoreş Beytûşşebap ji roja beşdarî nava refên gerîla bû, heta kêliya şehîd bû xwedî bawerî, îrade û kedeke mezin bû ji bo têkoşînê.

Gerîlayekî xwedî rêgez û ji dil bû.

Navbera 10-14’ê Sibata 2021’ê li herêma Garê li dijî tevgera dagirkirinê ya dewleta Tirk dayî destpêkirin, weke fermandarê pêşeng rabû.

Derba pêşî tevî hevrêyên xwe wî li dijmin da.

Ji bo parastina êsîrên şer ji hovîtiya dagirkeriya Tirk bi hevrêyên xwe re şerekî mezin kir û derbên giran lê dan.

Û li Garê bi fermandarekî nemir, li dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanê bi hevrêyên xwe re navê xwe nivîsî.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv