Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fermandar, pêşeng û serokekî ciwan li Şengalê: Merwan Bedel Xwedêda

 

FERMANDAR, PÊŞENG Û SEROKEKÎ CIWAN LI ŞENGALÊ
MERWAN BEDEL XWEDÊDA BI NAVÊ KU CIVAK WÎ NAS DIKE DIJWAR FEQÎR

1985’an li bajarokê Xanesorê yê Şengalê ji dayîk bû.

Malbata wê ji Feqîrên Êzîdiyan bû.

Hê ji zarokatiya xwe ve bi cewhera civaka xwe rabû.

Xwe ti carî ji ola xwe ya kevnar a Kurdistanê neda alî.

Bi cewhera ji Êzdayetiyê girtî, timî bû serhildêrekî li hemberî zilmê.

Dema 3’yê Tebaxa 2014’an ferman li ser Êzîdiyan rabû, wî jî berê xwe da vê serhildêriyê.

Di roja pêşî de li rex gerîla û şervanên azadiyê de cihê xwe girt.

Ji bo parastina Şengalê û Êzîdiyan di çeperên herî pêş de şer kir.

Ji ber şarezayî û pêşengiya xwe, di demeke kin de li nav refên Yekîneyên Berxwedana Şengalê bû fermandar.

Di nava YBŞ’ê de bi navê Dijwar Feqîr rabû.

Bû Fermandarê Giştî yê YBŞ’ê.

Weke fermandarekî gelek operasyonên li dijî çeteyên DAIŞ’ê koordîne kir.

Di gelek hevdîtinan de li ser navê xelkê Şengalê nûnertî kir.

23-24’ê Tîrmeha 2021’ê di kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê de bi erkeke girîng û pêşeng rabû.

Li rex Rîham Hico, weke Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê hat hilbijartin.

Hê di 36 saliya xwe de bû xwedî erka rêvebirina îradeya Êzîdiyan û tevahî pêkhateyên Şengalê.

Li rex Mam Zekî Şengalî, Dilşêr Herekol, Egîd Civyan û gelek pêşengên din ji bo azadiya Êzîdiyan û Şengalê têkoşiya.

Merwan Bedel Xwedêda bi navê di nava gelê xwe de tê naskirin Dijwar Feqîr, 7’ê Kanûnê bû hedefa êrişeke bêbext.

Balafirên biçek û bêmirov ên dagirkeriya Tirk careke din li ber çavê cîhanê, bi agahdariya PDK û hukûmeta Iraqê êrişî Şengalê kirin.

Li bajarokê Xanesorê wesaîta Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda dema du zarokên wî pê re bûn, bû hedefa êrişê.

Di êrişê de Merwan Bedel Xwedêda şehîd bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv