Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fermana 3’yê Tebaxê: Plana navdewletî ya qirkirina gelê Êzidî

 

FERMANA 3’YÊ TEBAXÊ
PLANA NAVDEWLETÎ YA QIRKIRINA GELÊ ÊZDÎ

Êzdatî…

Yek ji baweriya herî kevnar a axa Mezopotamyayê ye.

Êzdî, ew civake ku reûresmên wan kurdewar û bi xwezayê re di nava ahengê de ye.

Ji ber vê bawerî û Kurdbûna xwe, Êzdî di dîrokê de û heta roja me ya îro bûn hedefa êrişan.

Bi dehan ferman bi serê Kurdên Êzdî de hatine, lê tevî vê yekê ew li erdnîgariya Kurdistanê mane, çanda xwe parastine û ti car paş de gav neavêtine.

Li gorî belge û daneyên dîrokê, ji sala 1246’an ve 73 Ferman li serê Êzdiyan hatin rakirin.

A herî dawî û bixwîn sala 2014’an bû..

Fermana 74’an di 3’ê Tebaxê bi destê çeteyên DAIŞ’ê û şirîkên wan pêk hat.

Ji yên berê cûdatir, ev fermana dawî bi armanca qirkirinê bû.

Lê ji encama derketî holê, tişta herî zêde ji bo Êzdiyan giran bêbextî û xiyanet bû..

10’ê Hezîrana 2014’an de, bi dagirkirina Mûsilê re, zingilê xeteriya li ser Şengalê lê da.

Hişyariya van êrişan beriya fermanê ji aliyê Rêber Apo ve hatibû kirin.

Li ser pêşbînî û pêşniyazên Ocalan, PKK’ê komeke ji 12 kesan şand Şengalê.

Dema xeterî nêzîk bû, rayedarên PKK’ê bi serkirdeyên PDK’ê re pêwendî saz kirin û îşaret bi cîddiyeta meselê kirin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan li ser naveroka hevdîtina wan a li gel PDK’ê wiha gotibû;

Me ji wan re eşkere ragihandin ku em dikarin hêza xwe bişînin Şengalê û gel biparêzin.

Lê belê di wê hevdîtinê de rêveberiya PDK’ê guh neda vê bangê me.

Û bi demê re, piştî çeteyên DAIŞ’ê ketin Mûsilê, 16’ê Hezîrana 2014’an berê xwe dan bajaroka Telaferê.

Êdî demeke kurt mabû ku çete êrişî Şengalê bikin..

Li hemberî vê xeteriya berbiçav, hêzên PDK’ê ku hejmara wan ji 11 hezarî zêdetir bû, li şûna tedbîrên parastinê zêde bikin, çekên di destê xelkê de jî komkir û ji wan re got “em ê we biparêzin”.

Roja çeteyên DAIŞ’ê gihîştin ber deriyê Şengalê, gelê Êzdî hê jî bawer dikir ku wê hêzên PDK’ê û artêşa Iraqê parastina wan bikin.

Lê tişta roja 3’yê Tebaxê derket holê, berovajî hêvî û bendewariyan bû.

Di kêliyên pêşî yên êrişê de hêzên PDK’ê bêyî ku fîşekekê biteqînin, bi hezaran Êzdî bê parastin hiştin.

Û encama vê tevgera ku ji aliyê civaka Êzidî ve weke bêbextî hate binavkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv