BERPIRSÊ RAGIHANDINA QSD’Ê FERHAT ŞAMÎ:
HEDEFA QSD’Ê BIDAWÎANÎNA DAGIRKERIYÊ Û ZÊDEKIRINA ARAMIYA HERÊMÊ YE
Êrişên dagirkeriya tirk tevî çeteyên xwe li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dewam dikin.
Berpirsê Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê Ferhad Şamî, êrişên dagirkeriya tirk û bêdengiya dewletên garantor ên li herêmê ji Ajansa Mezopotamyayê re nirxandin.
Ferhat Şamî destnîşan kir ku armanca êrişan li gel dagirkeriyê, têkbirina îradeya gelan a derketiye holê ye. Ferhat Şamî bîlançoya êrişên dagirkeriya tirk a 20 rojên dawîn jî eşkere kirin.