Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ferda Çetîn: ‘Şirîkên êrişa li Qamişlo’

 

ŞIRÎKÊN ÊRIŞA LI QAMIŞLO
FERDA ÇETÎN / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

9’ê Mijdarê li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê bi balafireke çekbarkirî ya bêmirov, bombe li wesayitekê hate barandin û ji Malbata Gulo 3 kes hatin qetilkirin.

Bêguman ev êriş ji aliyê Tirkiyeyê ve bi piştgiriya leşkerî û siyasî ya NATO’yê hate kirin.

Li rojhilatê Firatê DYE, li rojava jî Rûsya heye.

Ji ber ku DYE û Rûsya di encama peymanên bi Tirkiye û Rêveberiya Xweser a Rojava re ketine bin berpirsyariyeke bi vî rengî.

Nûnerê Taybet ê DYE’yê yê ji bo Sûriyeyê James Jeffrey 22’ê Tîrmeha 2019’an çûbû Enqereyê, bi rayedarên Tirk re di mijara ‘herêma ewle ya li bakurê Sûriyeyê’ de hevdîtin kiribû. Jeffrey li ser vê mijarê her wiha bi Kurdên li Sûriyeyê re jî hevdîtin kiribû.

Di vê çarçoveyê de di navbera aliyan de ‘herêma ewle’ û ‘mekanîzmaya ewlekariyê ya hevpar’ hate avakirin.

Lihevkirin ku li ser sînorê Tirkiyeyê çeper, qenal, bend û tunelên parastinê yên hêzên leşkerî yên Rojava bêne rakirin, çekên giran ji herêmê bêne derxistin û bi 5 kîlometreyan xwe ji sînor vegirin. Ev mesafe pişt re kirin 30 kîlometre.

Dema ku li qadê ev dibû, li Enqereyê jî, 16’ê Cotmeha 2019’an di navbera DYE û Tirkiyeyê de ‘peymana agirbestê’ ya ji 13 xalan hate amadekirin.

Peyman di dîroka mirovahiyê de tiştekî nû bû. Du dewletên ku li heman kampê hevalbendê hev bûn, du hevkarên NATO’yê ku li hemberî hev şer nedikirin ‘peymana agirbestê’ çêkiribûn.

Bi rêya vê peymanê qaşo dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser xaka Rojava dihate astengkirin, garantî dihate dayin ku êriş li dijî mirovên li vê herêmê neyê kirin.

Peymaneke bi heman rengî di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de 22’ê Cotmeha 2019’an li Soçiyê hate kirin. ‘Lihevkirina Soçî’ ya ji 10 xalan mîna ‘Peymana Agirbestê’ ya bi DYE’yê re biryar dida ku kurd bi 30 kîlometreyî xwe ji sînor vekişînin.

‘Peymana Agirbestê’ ya di navbera DYE û Tirkiyeyê de hate kirin û ‘Lihevkirina Soçiyê’ ya navbera Rûsya û Tiriyeyê, zext li Rêveberiya Xweser a Rojava dikir ku fedakariyê bike, tawîzan bide û bi hinceta ‘Ewlekarî û hesasiyetên sînor ên Tirkiyeyê’ Kurd dehf didan ku bi 30 kîlometreyî xwe ji sînor vekişînin.

Li hemberî van hemûyan, di herdu ‘Peymanan’ de tenê sozek ji Kurdan re dihate dayin. Dewleta Tirk wê qada bejahî û hewayî bi kar neyne, wê êrişî Rojava û Bakurê Sûriyeyê neke, wê bi ti awayî gefê li ewlehiya can û malê gelên li vê derê nexwe.

Ji wê rojê û vir ve êriş, kuştin, komkujî qet nesekinîn. Artêşa Tirk tevî çeteyên xwe yên El Qaîde, El Nûsra, DAÎŞ û OSO, xaka Rojava dagir dike; dest datîne ser malên Kurdan, jin, ciwan, extiyarên Kurd direvîne û fîdyeyê kom dike.

DYE jî, Rûsyayê jî ji destpêkê ve peymanên çêkirin û sozên dan gelên Bakurê Sûriyeyê bi cih neanîn. Berevajî; êrişên bejahî û hewayî yên Tirkiyeyê yên li ser Bakurê Sûriyeyê ji nedîtî ve hatin.

Bi êrişa Tirkiyeyê ya li Qamişloyê, herî kêm bi qasî dewleta Tirk û Tayyîp Erdogan; berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî, DYE û Rûsyayê jî heye…

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv