Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ferda Çetîn: ‘Li dijî PKK’ê di qada navneteweyi de dijberiyeke bi koordîne heye’

 

FERDA ÇETÎN POLÎTÎKYA KURD A EWRÛPAYÊ NIRXAND
“LI DIJÎ PKK’Ê DI QADA NAVNETEWÎ DE DIJBERIYEKE BI KOORDÎNE HEYE”

Dewletên Rojava di van demên dawîn de zext û êrişên xwe yên li dijî kurdan û tevgera Azadiyê zêde kirine.

Bi taybetî jî piştî hevdîtinên navbera rayedarên ewrûpî û tirk ev êriş zêde bûne.

Qrîza bêqoltûxmana Seroka Komîsyonê Ursula Von Der Leyen hîn tê nîqaşkirin.

Lê gelo ev qrîz ji bo veşartina kîjan rojeva esasî li pêş tê girtin, piştperdeya wê cîvînê çi ye û lihevkirin li ser kîjan esasan pêk hatine?

Rojnamevan-nivîskar Ferda Çetîn ji ANF’ê re polîtîkayên Ewrûpayê nirxandin.

Ferda Çetîn îşaret bi destwerdan û pêşketinên polîtîk ên li Rojhilata navîn kir û got:

Van pêşketinan bi xwe re statuko û hevsengiyên li herêmê xera kirin, yên nû dan çêkirin.

Ev rewşa nû jî ji bo kurdên ku bê statu hatibû hiştin keys û derfetên mezin çêkirin.

Li Iraqê statuya Başûrê Kurdistanê û piştre jî li Sûriyê îlana Rêveberiya Xweser a Rojava di têkiliya dewletên Rojava û Kurdan de jî rewşeke nû derxist holê.

Amerîka û Ewrûpa li gel ku bi kurdan re di koalîsyona li dijî DAIŞ’ê hem li Iraq û hem jî li Sûriyê bi hev re tevdigerin jî, di mijara kurd statuyekê navnetewî ji bo kurdan, ji hevparekî zêdetir weke dijberekî tevdigerin.

Çetîn têkildarî dijberiya wan helwesta wan a li dijî referandûma Başûr û îlana xwesweriya demokratîk a Rojava bibîr xist û ev nirxandin kir:

Qedexeya li ser PKK’ê jî bi koordînasyoneke navnetewî tê kirin ku beşek van danûstandinan di Wîkîleaksê de jî hatin weşandin.

Dozên li dijî PKK’ê yên li Almanya, Fransa, Danîmarka û Belçîkayê jî bi zexta siyasî hatin vekirin û Amerîka jî mudaxilî dozan bû.

Li gorî Çetîn xwediyên pergala serdest ên cîhanê ditirsin ji pratîzebûna teoriyên PKKê û pêşketina pergaleke alternatîf ditirsin.

Çetîn wiha dewam dike:

Li gel polîtîkaya li Almanyayê, li Fransa û Swêdê jî demên dawîn binçavkirin, girtin, rawestandina hesabên bankayê û darizandina Kurdan ku ji bo krîmînalîzekirinê ne, parçeyek ji ‘Plana Master’ in û wiha dewam kir:

Sala 2014’an bi têkoşîna gelê Kurd û PKK’ê ya li dijî DAIŞ’ê re eleqeyeke baş ji bo gelê Kurd û PKK’ê çêbû.

Piştî ku DAIŞ li Iraq û Sûriyê hate têkbirin, Netewên Yekbûyî, Amerîka, Îngilistan, Almanya, Fransa û Swêdê plansaziyeke nû çêkirin.

Ji aliyekî ve bi Kurdan re dest bi hevdîtin û dîplomasiyê kirin, li aliyê din jî Têkoşîna Azadiyê ya Kurd ku 40 sal in dewam dike û pêşengên wê kirin hedefa xwe ji bo tasfiye bikin.

Di çarçoveya plana tasfiyekirina PKK’ê de, hin rol li Tirkiye û PDK jî hatine spartin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv