Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ferda Çetîn: Dibe ku Almanya ji Kurdan lêborînê bixwaze?

 

FERDA ÇETÎN / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
DIBE KU ALMANYA JI KURDAN LÊBORÎNÊ BIXWAZE ?

Li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê li Ewrûpayê Însiyatîfa Parastina Kurdistanê hat avakirin. Vê yekê ji Tirkiyê zêdetir Dewleta Alman aciz kir. Heyeta ku wê bi balafirê ji Dusseldorfê çûba Hewlêrê asteng kirin.

Endamên heyetê ji rayedaran sedema wê pirsîn, wan jî got wê çûyîna we zerarê bide têkiliyên Tirkiye û Almanyayê. Ev yek îtîrafek sosret bû. Ji ber ku komek mirov azadiya wan a çûnûhatinê asteng kirin. Di qanûnên Almanya de ev tineye. Îtîrafek bû, ji ber ku dema mijar bibe berjewendiyên Tirkiye û Almanyayê wê qanûnan nas nekin.

Di encamê de 27 kes çûyîna wan a Hewlêrê asteng kirin û qedexeya derketina derve li 17 kesan qedexe kirin.

Hin endamên heyetê jî xwe gihandin Hewlêrê û di vegerê de li balafirgeha Frankfûrtê hatin binçavkirin. Wekî ku sûcek kiribin polîsên Alman bi lêdanê ew birin.

Însiyatîfa Parastina Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk derdikeve. Almanya jî li dijî vê însiyatîfê derdikeve. Yanî piştgiriyê dide Dewleta Tirk.

Însiyatîfê ragihand ku ewê ji bo diyaloga navbera Kurdan bixebitin. Dewleta Alman jî li dij derdikeve. Ew dixwaze ku PDK û Dewleta Tirk bi hevre şerê PKK’ê bikin.

Almanya ji aliyekî ve destekeê polîtîkayên Dewleta Tirk ên qirkirinê. Her wiha di dagirkirina Bakur, Başûr û Rojava de destekê dide.

Dijminatiya Almanya li Kurdan ne ji mecbûriyetê ye. Ji aliyê Dewlet û hukûmetê ve hatiye plankirin û tercîheh stratejîk e.

Îro li Almanya lêkolînek çêbibe wê bê dîtin ku desteka ji bo gelê Kurd û PKK’ê çiqasî zêde ye. Di nava partiyên siyasî de, li meclis û eyaletan, li zanîngeh û malan piştgirî ji bo gelê Kurd heye. Angela Merkel, Sîgmar Gabrîel û Heiko Maas nikarin vê rastiyê veşêrin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv